Li Qilabanê daristan şewitî
Li Çiyayê Herimiya ya li bajaroka Sêgirkê ya Qilabanê daristan şewitî.
‘Ne mizgînî ye, karesat e’
Pisporê avhewayê û enerjiyê Onder Algedîk diyar kir ku ew gaza xwezayî ya li Derya Reş hatiye dîtin dê rê li ber karesatek nû veke û got: “Ev proje ji bo hawîrdorê, ewlehiya kar û krîza avhewayê maliyetek û fatûreyek mezin bi xwe re tîne.”
Bajaroka Çavûşlûyê bi tesîsan hatiye dagirkirin
Bajaroka Çavûşlû ya Gîresûnê ku bi salan e li dijî tesîsa bermayiyan bi zirareke mezin r erû bi rû maye, aniha jî bi xetereya tesîsa masîyan û santrala bermayiyên hişk re rû bi rû ye ku dê li peravê bên avakirin.
Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan
Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dersimê bertek nîşanî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê da.
Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin
Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin hişk bûn. Endezyarê daristanê Ahmet Demîrtaş got darên hişk bûne dê carek din şîn nebin.
30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî
Li Çiyayê Amanosê ji ber agir bi daristanê ket, 30 hektor (300 dolim) qada daristanê tev şewitî.
Li Amedê wê ji bo çêkirina hin avahiyan 3 hezar û 500 dar bên birîn!
Li texma Midûriyeta Herêmê ya 9'an a Rêbejahiyê, hin darên temenê wan sedsal in jî di nav de wê 3 hezar û 500 dar bên birîn. Dar, wê ji ber avahiyên ku dê nû bên çêkirin, bên birîn. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, ji bo vê qadê got, zengilorka bajêr e û ji bo vê bang her kesî kir ku pêşî li ber vê pêkanînê bê girtin.
Ji bo avakirina kaniyên Mûnzûrê amadekarî
Helwesta kesên di holikên Avzêmên Mûnzûrê de firoşkariya seyyar dikin, ên li dijî xwezayê û mirovan rastî bertekan tên. Pîr Ahmet Şanli, diyar kir ku ev rewş bingeha xwe ji nêzîkatiyên ji nû de avakirina herêmê digire.
Li Lîcê agir bi daristanê ket
Li qada daristanî ya dikeve navbera gundên Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên girêdayî navçeya Lîcê şewatê rû da. Ekîbên agirkuj gotin ew der “qada çiyayî ye” û mudaxileyî şewatê nekirin. Hat diyar kirin ku ji ber bayê şewat belav dibe.
Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ku ji bo sewalên kofî hatine vekirin dan û ev tişt got in: “Dawiya nêçirvaniyê bela ye. Bila nekin, dev jê berdin.”
Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
Birîna daran a ku li çiyayê Cûdî ji aliyê cerdevanan ve ji bo lêkirina qaleqolan tê, gihîşt berwarê bajarê Şirnexê. Niştecihên herêmê, li dijî bêdengiya ji bo birîna daran a ku her carê li herêmekê pêk tê, bi bertek in.
Agirê li Sêrtê bi daristanê ketiye belav dibe
Li Navçeya Hawêlê ya Sêrtê duh agir bi daristanê ket û ji duh ve daristan dişewite. Ji ber şewatê bi sedan hektar daristan tev şewitî. Ji ber rayedarên herêmê mudaxilî şewatê nakin, welatî bi derfetên xwe hewl didin agirê daristanê vemirînin.
Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn
Li Çewligê ji bo nêçîra pezkoviyan destûr hat dayîn.
Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
Hevşaredara Perî Songul Dogan a qeyûm taşînî şûna wê kirin û ji peyvirê girtin, di nava gel de karê çandiniyê dike û di Kooperatifê de hilberînê dike.
Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
Şêniyên gundên mal û milkên wan di bin bendav Ilisûyê de man diyar kirin ku bendavê ji bilî felakete tiştek din nedaye wan.