Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
Li bajarê qedîm Heskîfê ku ketiye bin Bendava Ilisûyê ji ber avxwînê Qesra Biçûk a 900 salî bi hilweşandinê re rûbirû mabû. Vê carê jî betona li dora qesrê hatibû rijandin hilweşiya.
Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji bo Heskîfa di bin avê de hat hiştin diyar kir ku bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye û got: "Şaristaniyek, ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin."
Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin
Lijneya Koordînasyona Bajar ya TMMOB'ê ya Mêrdînê ji bo betalkirina projeya RES'ê ku Keleha Rabatê û Şelaleya XAP'ê tehdît dike rapor amade kir û xwest projeyê betal bikin.
Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
10 rêxistinên civakî ku di navde Komeleyên Dersimê jî hene, li dijî destûra neçîra Pezkoviyan daxuyanî dan û gotin: "Ev yek, perçeyê şer û êrîşên bi pergal ên li dijî Kurd û Elewiyên Dersimê ye."
Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
Rêxistinên hawirdorê bertek nîşanî biryara Wezareta Çandinî û Daristanê dan ku li Dersimê destûra nêçîrkirina pezkoviyan dabû. Hawirdorparêzan xwest biryara hatiye girtin bê betalkirin.
Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
Li navçeya Bodrûmê xwediyê hin otêlan û kargehan tiştekî sosret dikin. Ji bo peravan bişibînin Maldîvê toza mermer û kirêcê direşînin peravan.
Şewata li Gabarê vemirî
Şewata li gundê Bûnisra ya girêdayî Çiyayê Gabarê ku di encama gula berdana ji Qereqola Akdîzgîn a navçeya Basa de rû da, ji ber barana bariya vemirî.
Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin
Zebzeyên ku Şaredariya Silopiyayê li nav erdekî 29 donimî çandibûn gihaştin û li gel hatin belavkirin.
'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
Endezyarê Çandiniyê Kûtsî Yaşar, diyar kir ku li Rojhilatê Behra Reş ji ber têkoşîna li dijî kêzikên çandiniyê hin cureyên kêzikan zêde bûne û got, di têkoşîna li dijî kêzikan de divê çareyên li gor hevsengiya xwezayê bên peydakirin.
Erdê mêrga welatiyan kirê dan şirketek taybet
Mêrga welatiyên gundê Koyûngolu ya girêdayî Pulurê, ji bo şirketek taybet hat kirêkirin. Welatiyên bi salane, erdê mêrga xwe bi awayekê hevpar bi kar tîn in, ji bo betalkirina erdê hatiye kirê kirin, dest bi kampanya îmzeyê kirin.
Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
Li navçeya Qulpê Çemê Cincevat ji ber lêkirina Bendava Unlendiyê ziwa bû.
Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
Ji ber HES'a li ser Çemê Arasê hatiye çêkirin ekosîstema gundên derdorê serobin bûye. Li gelek gundan êdî dar fêkiyan nagirin
Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
Gundiyan şewata duh li qûntarên Çiyayê Cudî pêket û gehişt gundê Sorbîtmê vemirandin.
Ekolojiya Derya Reş talan dikin
Di salên dawî de bi HES, lêgerîna madenê û gelek înşaetên din ekolojiya Ordû û Derya Reş talan dikin. Niha jî li navçeya Fatsa bi siyanur li zêr digerin. Endamê Komeleya Derdorê ya Ordu Cahît Ongunyurt, anî ziman ku ji bo rê li pêş karsazên kapitalist vekin baxçeyên bindeqan talan dikin.
Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
Mêşvanên Dersimê diyar kirin ku îsal ji ber ku li bajêr pir baran nebariyaye dibe ku îsal li gor berê hungivê wan kêmtir be.