Li Gabar û Cûdî şewat
Li qûntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket û şewata li Çiyayê Cûdî jî rû da bû dewam dike.
Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
Derket holê ku wê li devera ku agir bi daristanan ketiye projeya madena kronê bê pêkanîna.
Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
Li Çewlikê li geliyê Çapakçurê cureyekî giha yê ku 150 sal e peyda nedibû hat dîtin.
Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
Endamê Desteya Rêvebir a Konseya Bajêr a Bodrûmê Mîr Bahattîn Demîr ku ji bo Bodrûmê dibêje "pencereya hêşîn ya cîhanê" anî ziman ku zêdetirî milyonek metrekare ya bajêr daxilî nav îmarê hatiye kirin. Demîr, destnîşan kir ku wê bajêr di bin betonê de bimîne.
6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
Di ser êrîşa li dijî Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Ülker re 6 sal borîn. Lê hêj êrîşkar nehatine dîtin û darizandin. Di bûyerên 6-9'ê Cotmehê yên şermezarkirina dagirkeriya Kobanê de kesên nasnameya wan nediyar di 9'ê Cotmehê de êrîşî Midûrê Çewlikê Atalay Urker kirin û birîndar kirin. Lê hêj êrîşkar nehatine dîtin û darizandin.
‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan ku bal kişand ser texrîbkirina Avzêmên Mûnzûrê, anî ziman ku mantiqa nimêja fethê ya qeyûmê taynî Şaredariya Qersê hat kirin û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e.
Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
Li herêma Botanê ku bi hilberîna hingivê xwezayî navder e, îsal ji ber şewatên herêmê hilberîna hingiv kêm bû. Mêşvanan diyar kir ku wisa brdewam bike, wê li herêmê mêş nemînin û sedema vê yekê jî bi şewatê ve girê didin.
Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
Li Dersimê tê xwestin 11 herêm bibin qadên madenê. Welatiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan gotin: "Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye. Em mecbûr in xeteke têkoşînê ya ekolojîk ava bikin."
Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
Li Bismil û Farqînê şewitandina pirêzeyan, bandoreke nebaş li Êlihê dike. Serokê Odeya Bijîşkan Selahattîn Ogûz, anî ziman ku dûmana xwe li bajêr digire nahêle bêhna nexweşan derkeve.
‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike, bertek nîşanî 11 herêmên Dersimê ku tê xwestin wergerin qadên medenê da û hişyar kir ku wê bi projeyê komkujiya ekolojiyê derkeve holê.
Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
Hunermendên ji Dersimê bertek nîşanî projeyên madenê yên li Dersimê dan û diyar kirin ku çav berdane çiyayên wan û bang li civakê kirin ku li dijî talanê derkevin.
Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
Rêxistinên sivîl ku li Amedê xebatan dikin, di çarçoveya kampanya “Ji bo Amede ku jiyanî em dest bidin hev” de li navçeya Sûrê bermahiyên ku hatibûn avêtin, berhev kirin.
Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
Sendîkaya Kedkarên Çemawerî ya Baskê Xizmeta Çandinî û Daristanê, diyar kir ku sedema zêdebûna şewatan, hişmendiya rantperest û xemsariyê ye û got: “Em ê temaşeyî şewitîna daristanan nekin.”
Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
Berdevkê NKP'ê Aycan Ozacan, anî ziman ku wê Santrala Nukleerê ya li Akkûyûyê tê çêkirin, bike ku Hewzeya Behra Spî bi mûtasyonê re rûbirû bimîne.
Berteka li dijî qada medenê: Gelo wê çi feydê bide me?
Tê xwestin ku 5 herêmên Colemêrgê veguherînin qada madenê. Gundiyên li dijî qada madene bi bertekin, diyar kirin ku gelo wê ev qad çi feydeyê bidin wan.