Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin
Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin

Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê du caran projeya HES'ê red kiribû, lê belê hat diyarkirin ku walîtiyê bi zorê proje daye qebûlkirin. Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil, hişyar kir ku heger ev biryar pêk bê dê texrîbateke mezin biqewime.

‘Emê destûrê nedein talana li Erbaa, Bogali û Sakaratê’
‘Emê destûrê nedein talana li Erbaa, Bogali û Sakaratê’

Platforma Dest Ne De Xwezaya Min, diyar kir ku bi xebatên lêgerînê yên siyanurê yên li zozanên Erbaa, Bogali û Sakarat wê xwezayê talan bikin û got: “Emê tu carî destûrê nedin vê talanê.”

Pezkoviyên ku dikevin ava bendavê dimirin
Pezkoviyên ku dikevin ava bendavê dimirin

Pezkoviyên ku dikevin ava Bendava Pembelîkê dimirin. Gundiyan banga pêşî lî girtina mirina pezkoviyan kir.

Gundiyan kuştina kewan asteng kir
Gundiyan kuştina kewan asteng kir

Nêçirîvanên ji Çewligê li navçeya Mazgêrda Dersimê derketin nêçîra kewan, ji aliyê gundiyan ve hatin rawestandin û gundiyan got “Em li vir nêçîrvaniyê naxwazin.”

Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin

Gundiyên li dijî xebatên avakirina sondajê ya li Unye li ber xwe didin, çalakiya xwe ya rûniştinê dewam dikin.

Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê bi piştgiriya wezaretê, li navçeya Artûklûyê bi projeya "veguherandina bajêr" sîlûeta dîrokî ya bajêr xera bike.

Bihûşta çûkan bûye çol
Bihûşta çûkan bûye çol

Li navçeya Zarûşadê Gola Kûyûcûkê ku ji gelek cûreyên çûkan re malôvanî dike, bi tevahî ziwa bû. Li gola ku her sal bi hezaran turistên biyanî û xwecihî serdana wê dikin, êdî sewal lê diçirin.

Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê

Ekolojîstan bal kişand ser xala "Ji bo xweza û jiyanê bi hev re " ku di Deklerasyona HDP'ê de cih digire û gotin: "Polîtîkaya parastina sermayeyê ku ji aliyê îqtidarê ve esas tê girtin, dibe sedema rûxandineke mezin."

Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!

Tê xwestin ku li Geliyê Zîlanê Santrala Hîdroelektrîkê (HES) bê çêkirin. Lê belê ji bo vê projeya navbirî biryara "Ne hewceyî ÇED'ê ye" hat dayîn. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî pandemî ji xwe re kir firsend û biryara ji bo ÇED'ê parast.

Payiza Geliyê Mûnzûrê
Payiza Geliyê Mûnzûrê

Bi hatina payizê re Geliyê Mûnzûrê bi xweşkiya xwe cardin mirovan heyr û hejmetkar dihêlê.

Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin

Li Kaniyên Mûnzûrê di bin navê “sererastkirina derdorê” de beton hat rijandin û kevirên mermer hatin bicihkirin.

Vê carê li Elkê şewat derket
Vê carê li Elkê şewat derket

Ji ber gulebarana ji baregeha leşkerî ya li herêma Elkê ji şewat derket.

Erdê çandiniyê werguherî sergo
Erdê çandiniyê werguherî sergo

Erdên li ser girên derdora Êlihê bi gend û gemara ku hatiye avêtin werguherîne sergo.

Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite

Li gelek deverên Şirnexê şewatên ji meha hezîranê ve dest pê kirine hêj didomin. Nêzî 5 meh in şewat li herêmê didome û dibe sedema talankirina xwezayê û tê gotin bi deh hezaran dar şewitîne. Şêniyên herêmê jî diyar dikin ku bi van şewatan re çavkaniya debara wan jî tê tunekirin.

Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin
Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin

Partiyên siyasî yên Bedlîsê, bertek nîşanî avakirina avahiyên li derdora Gola Krater a Nemrûdê ku weke Qada Sîtê ya di Pîleya Yekemîn de hatiye îlankirin, dan û diyar kirin ji bo rantxuriyê derdora golê tê betonkirin.

< 63 64 65 66 67 > Rupel 65 / 99