Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
Doza ku gelê herêmê û Odeya Avahîsazan a Enqerê, li dijî projeya DER-KAP'ê ya Şaredariya Dersimê li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê bi daxwaza guhertina cih vekiribûn, bi hinceta ku "Ne li dijî sûdeya gelemperiyê ye" hat redkirin.
‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê û DAD’ê têkildarî operasyonên leşkerî yên li çoltarên Dêrsimê daxuyanî dan û xwestin ku di zûtirin demê de ev operasyon bên rawestandin.
‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
Rêxistina HDP’a Çewligê ku li dijî santrala termîkê ya tê plankirin li gundê Xelîfan ê navçeya Kanîreşê were çêkirin daxuyanî da, anî ziman ku parastina xwezayê berpirsyariyeke miroviye û wiha got: “Em naxwazin xwezaya me were qirêjkirin.”
Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
Dadgeha Kargêrî têkildarî projeya HES’ê ya ku dihat plankirin li Geliyê Zorê bê çêkirin û rapora “ÇED erênî ye” hatibû dayîn, bi sedema ne li gorî hiqûq û mewzûatê ye, betal kir.
Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
Li Îzmîrê ekolojîstên ku li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan, destnîşan kirin ku talana li bajêr tê kirin binpêkirina mafê jiyana tendurist e.
Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
Welatiyên li dijî santrala termîk ku dê li gundê Xalefan ê navçeya Kanîreşê îhaleya wê were çêkirin derketin, diyar kirin hem ekolojî hem jî dê ew zirareke mezin bibînin.
Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
Partiya Keskan a Kurdistanê, daxuyand ku di êrişên Tirkiyreyê yên li dijî herêma Behdîdanê de 3 milyon dar tune bûne.
Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ava qenalîzasyonê direjîne çemê Êlihê. Ji ber vê bêhneke nexweş li derdorê belav dibe.
Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
Ekolojîst Guner Yanliç diyar kir ku bi hilweşandina xwezayê ya bi hinceta “ewlehiyê” xistin dewrê bêdaristan û bêmirov hiştinê armanc dikin û xwest ku dest ji vê polîtîkayê berdin.
Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
Birîna daran ku piştî destpêkirina êrişên leşkerî li çiyayê Cûdî û Bestayê dest pê kiribû, bi qedexeyan re didome.
‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
Aktivîstên ekolojîyê bal kişandin ser talankirina ekolojiya herêmê û gotin: "Dewleta tirk xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne."
Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
Gola Xizir ku li çiyayên navçeya Mazgêrt ên di bilindahiya hezar û 400’an de ye, bi xwezaya xwe ya bêhempa, hiş ji serê mirovan dibe.
Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
Di demsala biharê de reng û dengê xwezayê merivan mest dike. Li Kurdistanê kulîlk, bi reng û xemla welat vebûn.
Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
Bi destpêkirina şerê li dijî axa Başûrê Kurdistanê re li çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Li herêmên Qûrteka Pêşya û Kaniya Mîra bi destên cerdevanan darên ku tên birîn, bandorê li gundiyan dike.
Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
Karsaz û parlamenterê berê yê AKP'ê Suleyman Bolunmez, hafriyata kanên xwe yên komirê dirêjîne çemê Nêrdûşê û ava çem qirêjî dike.