Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
Aktîvîstê Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç têkildarî talankirina xwezaya Kurdistanê û herê dawî darên ku li Şirnexê tên birîn axivî û got: “Sazî û dezgehên netewî û navnetewî wexta mijar dibe xwezaya Kurdistanê be kerr, kor û lal dibin."
Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
Li navçeya Sokeyê agir bi daristanê ket û demekî kin berbelav bû. Şewata li Sokeyê ber bi saetên serê sibehê ve heta astekî hat kontrokirin.
Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
Li Şirnexê lidijî talankirina xweza û birîna daran daxuyanîyek girseyî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi vê talankirina xwezayê re mafê bi tevahî gel û zindiyan hatiye binpêkirin û banga xwedî derketina li xwezayê hat kirin.
Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
Li Mêrsînê ji bejahî û hewayê ve ji bo ku agirê bi daristanê ketiye bê vemirandin mudaxile tê kirin.
Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
Rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê ji bo protestokirina qirkirina daran a bajêr sibe dê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê li her kesî kirin.
Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
Li Herêma Bestayê dîmenên nû yên birîna daran ku bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de pêk tê, derketin holê. Di dîmenan de bê ka talankirina çawa tê kirin xuya dike.
Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
Gundên Şamo û Zogar ên Xozatê di sala 1994’an de hatibûn valakirin û par jî agir bi van gundan ketibû. Ev zêdetirî meheke jî li van gundên navborî dar tên birîn.
Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
Hat gotin keyayê gundê Gundik ê bi ser navçeya Kercewsê ve bi hêceta “gur li sewalên wan dixe” ji bo birîna bi hezaran daran beramberî pereyan bi şirketekî re li hev kiriye.
'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
Serokê Komeleya Çand û Parastina Jiyana Xwezayî ya Nurhakê û Gundên Derdorê Alî Bîdîk diyar kir ku ji bo çêkirina HES'a sêyemîn a li ser Çemê Goksû yê Nurhakê serlêdan hatine kirine û got: "Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin."
Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
Darên di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanan li Çiyayê Cûdî û li herêma Bestayê tên birîn, li ser Facebookê tên firotin.
Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz bal kişand ser qirkirina daran a li Şirnexê û wiha got: “Cerdevan û leşkerên payebilind bi hevkarî qirkirina daran didomînin. Di salên 90’î de bi hinceta ewlehiyê bi hezaran gundên me hatin valakirin. Leşkerên payebilind deverên ji bo birîna daran bi kêrî wan tên weke ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û li wir qira daran tînin.”
Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
Seyê avî ku nifşê wê bi tunebûnê re rûbirû maye di Çemê Dîcleyê de hate dîtin.
‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
Pisporê Hawirdor û Tenduristiya Civakê Necdet Sezgîn diyar kir ku pirsgireka binesaziyê, çêkirina santralên termîk û HES’an dibin sedema gelek nexweşiyan û wiha got: “Ev pirsgirêk li sedî 90’î gundên Amedê tê jiyîn. Ev jî rê li ber gelek nexweşiyan vedike.”