Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
Çiyayê Kurdekê yê Semsûrê li hêlekê bi av û xwezaya xwe bûye çavkaniya debara xelkê herêmê û li hêla din jî bi cur bi curiya giyayên xwe ve weke stargeha giyayên şîfayî tê dîtin.
Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
Şewata daristanê ya li Çeşmê hinek hat kontrolkirin. Şewata li Datçayê jî bi bandora bayê re berbelav dibe. Ji ber şewatê 2 hezar û 500 kes hatin tehliyekirin.
ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
Serokê Van ÇEVDER’ê Alî Kalçik, bi lêv kir ku Geliyê Zîlan ê 92 sal bi ser komkujiya wê re derbas bûn îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin.
Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
Hevberdevkê Komîsyona Bajêr û Derdorê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay, diyar kir ku li bajêr di bin navê “ewlehiyê” de xweza tê talankirin û ev bang kir: “Divê hemû raya giştî vê rewşê li herêmê lêkolîn bike û talankirinê di cih de bibîne."
Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talana daran de ya ku li Şirnexê didome raporek amade kir.
Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
Birîna daran ku cerdevanan li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Hate hînbûn ku tenê li herêma Besta li 14 noqteyên cuda dest bi birîna daran hatiye kirin.
MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
MAL-ÇEP’ê diyar kir ku li navçeya Îlîç a Erzingahê felaketa xwezayê pêk hatiye, 20 ton siyanür rijiyaye ser ax û avê û xwest Madena Çopler Altin bê girtin.
Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
Endama Meclİsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusûn Kayra destnîşan kir ku nêzî meh û nîvek berê siyanur çiziriye û ev çizirandin berê ser wê hatibû niximandin lê vê carê nikaribûn derewa xwe veşêrin.
Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
Sedat Cezayîrlîoglu dema li Îlîçê siyanûr tevî Çemê Firatê dibû dîmenên wê kişandibû. Cezayîrlîoglu, diyar kir ku ji zêr zêdetir mijara esasî madenên stratejîk ên toryum, tîtanyum, osmiyum û selenyum in û wiha got: “Heke ev projeye neyê sekinandin, dê li tevahiya Tirkiyeyê penceşîr belav bibe. Ev proje, ji tesîsa nukleerî talûketir e.”
Şewata li Marmarîsê didome
Şewata li daristaneke li navçeya Marmarîsê derket tevî mudaxileyan jî 4 roj in didome. Hate diyarkirin ku qadeke nêzî 3 hezar 417 hektar şewitî ye.
Şewata li Marmarîsê berdewam dike
Li Marmarîsê ji ber şewatê 2 hezar 881 hektar zevî şewitî û ji ber şewatê 103 mal hatine tehliyekirin.
Li Marmarîsê şewateke mezin derket
Agirê ku li taxa Hîsaronu ya Muglayê derketiye bi bandora bayê re mezin bû û li gelek deveran belav bû. Ji devera Bordulet û Degirmenyani 30 malbat hatin tehlîyekirin.
Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
Li Taşûcûyê ji bo Lîmana Sekayê wekî herêma serbest bê veguherandin bêyî ku civîna ÇED'ê bê çêkirin li peravê dîwar hat lêkirin. Welatiyan diyar kir ku dê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên qirêjkirin.
Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
Wezareta Hawirdor û Guherîna Avhewayê qada ji 157 hektaran pêk tê ya Zanîngeha Dîcleyê ji bo cihûwarbûnê re vekir. Bi sererastkirinê re dê 10 hektarên qada daristanê bê tunekirin. Şaxa Odeya Plangerên Bajêr a Amedê li dijî sererastkirinê îtîraz kir.
Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
Platforma Tendûristiyê ya Amedê “Panela Pandemî û Krîzên Piralî” li dar xist. Di panelê de Prof.Dr. Mûstafa Durmuş anî ziman ku sedema krîzên piralî, pergala kapîtalîzmê ye û weke çareserî jî rêya 3’yemîn û avakirina demokrasiya radîkal nîşan da.