Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
Li warê Derwêşê Evdî xwezaya ku bi biharê şiyar dibe mirovî li xwe heyran dihêle. Şengala ku bi deştên xwe, çiyayên xwe, ava xwe û xwezaya xwe hemû balê dikişîne ser xwe li gel hatine biharê xemilî.
Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
Çiyayê Artosê ku ji payîzê ve bi berfê xemilîbû, li bi destpêka biharê re xemla xwe da Gola Wanê û dîmenek xweş radixe ber çavan.
Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
Endama Platforma Ekolojiyê ya Hatayê Fernûr Bahçecî diyar kir ku rêziknameya asbestê hatiye paşguhkirin û 18 jê fermî bi giştî li 22 qadên çandinî, jiyan û qadên zindiyên endemîk kavil tên xalîkirin.
Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
Parêzer Elîf Ekin Pekdemîr ku li navçeya Wêranşar rûdine bertek nîşanî ritina molozan a navçeya wan da û got: "Moloz li herêma 5 gundan tên rêtin, ev moloz hem ji bo tenduristiya mirovan hem jî ji bo xwezayê xetereyên mezin derdixîne."
Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
Şêniyên gundê Memûrêkê ku li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezaya herêmê Platforma Piştevaniyê ya Memurekê ava kirin, 8 roj in di nobedê de ne. Şêniyên gund dixwazin kavilên li nêzî wan hatine rêtin bên rakirin û dawî li talankirina xwezaya herêmê bê.
Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di çarçoveya kampanyaya “Bi şitlekî xwedî li jiyanê derkeve” ya îsal de ji bo qurbaniyên erdhejê li Pîrînçlîkê şitil danî.
Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo balê bikişîne ser talankirina xwezayê, di çarçoveya kampanyaya “Bi şitlekî xwedî li jiyanê derkeve” de li Baxçeyê Ekolojiyê yê Mezopotamyayê şitil danîn.
Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
Li gundên Deştîn û Bayirê ji bo kesên ku li dijî kargeha çîmentoyê ya çêkirina wê didome li ber xwe didin cezayê trafîkê hate birîn.
Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
Çalakiya nobetê ya ji aliyê gundiyên ku rêya diçe kargeha çîmentoyê ya li Muglayê hatibû çêkirin girtin ve hat destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike.
Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç bal kişand ser qirkirin û texrîbkirina ekolojiyê ya li Hewselê û wiha got: “Parastina Hewselê ne tenê ji bo ku mîrateya cîhanê ye, her wiha parastina bîra civakê ye jî”
Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
Komeleya Ekolojiyê diyar kir ku ew ê tev li kampanyaya “Bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve” ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane daye destpêkirin bibin.
'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'
Komeleya Ekolojiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku bal kişandin ser qirkirina ekolojiyê ya li Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê, bang li rayedar û berpirsan kirin ku demildest dawî li vê talanê bînin.
Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
Ekolojîst Ridvan Ayhan diyar kir ku ji ber neberpirsyariya rayedaran, petrola ham tevî Çemê Êlihê bûye û wiha got: “Cihê ku av lê derbas dibe boru bi cih kirine. Ev yek xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e. Divê rayedar dev ji xeletiyên xwe berdin.”
‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik diyar kir ku ji ber krîza avhewayê barîn kêm bûne û wiha got: “Di dîrokê de cara ewile ku Gola Wanê ewqas vedikişe.”
Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
Li kesê ku li Çiyayê Cûdî nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL cezayê pereyan hate birîn.