Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
Birîna daran a li Daristana Akbelenê didome. Parêzerên ku ji bo rawestandina birînê serlêdan kirin, ragihandin ku sibê jî dê giliyên patronên Lîmak û Îçtaşê bikin.
Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
Agirê li Girava Rodosê ya Yewnanistanê berdewam dike û hin gund, otel û perav hatin valakirin.
Li Amedê talankirina ekolojiyê
Ji Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku bi raporên ku li ser maseyê tên amadekirin xweza tê talankirin û ji bo pêşîgirtina li texrîbatan bal kişand se rgirîngiya rêxistinkirinê.
Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
Li Licê leşkeran agir bi kenewîrê xist û agir belavî qada bi daristan bû. Di encama şewatê de 20 hektar qad şewitî û xesar dît.
Li 3 bajaran şewata daristanan didome
Li Hatay, Mêrsîn û Çanakkaleyê agirê bi daristanan ketiye di roja duyemîn de berdewam dike.
Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
Li herêma Geliyêhirçê yê Çiyayê Cûdî dest bi birîna daran hate kirin.
Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik destnîşan kir ku bi paqijya heriya binê Gola Wanê îdraqzaiyek tê avakirin û diyar ku karê tê kirin rast e lê belê rêbaz şaş in.
Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
Li herêmên bakurê Hindistanê û Pakistanê ji ber baranên musonê herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Dibe ku li Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan
Li gor ESA’yê, dibe li Başûrê Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan.
Li du deverên Marmarîsê şewat derket
Li Marmarîsê li du noqteyan şewat derket û ji bo vemirandina şewatê ji bejahî û hewayî ve mudaxile tê kirin.
Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
Li bajarên Ordu, Samsûn, Gîresûn û Tokatê ji ber barana zêde lehî rabûn. Li navçeya Çarşambayê cenazeyê jineke li ber lehiyê ketibû hate dîtin.
‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bertek nîşanî organîzasyona “5. Cilo Fest” da û wiha got: “Di demên dawî de li her çar aliyên Kurdistanê bi zanebûn li dijî xweza, dîrok û ekolojiyê sûc dikin.”
Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
Li gundê Biliga yê Silopiyayê di bin çavdêriya leşkeran de bi hezaran dar hatin birîn û li şêniyên gund ên li dijî vê talanê derketin jî gefa “Heke hûn dengê xwe bikin em ê nehêlin hûn bikevin gundê xwe” hate xwarin.
Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
Qeyûman li Geverê organîzasyona “Cîlo Fest” li dar xist û li pey xwe tenê çop û qirêjî hiştin.
'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
Endama Koalîsyona Edaleta Avhewayê ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş, anî ziman ku AKP û sermayedar qadên daristanê veguherandine "navenda rantê" û got ku ew ê tevî gel li dijî vê têkoşîna ji bo ekolojiyê xurttir bikin.