Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
Navçeya Mêrdînik a Erdexanê ku her sal di bin navê "nûkirinê" de bi hezaran darên wê tên birîn, her diçe şorax dibe.
Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
Ji bo bendavê tê xwestin ku Geliyê Godernê di bin avê de bê hiştin. Bi vê yekê re qada daristanê jî tê tunekirin. Ji Baroya Amedê Ahmet Înan got: “Heke ku hevsengiya ekolojîk xera bibe, carek din şûn ve nayê.”
Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
Darên Zozana Şênê ji ber çêkirina baregehên lêşkerî tên birîn. Darên tên birîn jî bi destê cerdevanan pêk tê û bi kamyonan ji herêmên cuda re têne şandin.
Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
Prof. Dr. Ahmet Kiliç diyar kir ku ji ber germbûna kûrewî li Baxçeyên Hewselê di populasyona çukan de zêde bûn çêkiriye û got: “Hewsel wê ji bo çukan bibe stargeh. Ji bo vê yekê divê em wê xwezayê biparêzin.”
Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
Li dijî rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya ji bo Kana Mermerê ya li Geliyê Zîlan a Erdîş a Wanê doz hatibû vekirin. Dadgehê xwest xebat bên sekinandin û biryara betalkirinê da.
Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
Serokê ÇEV-DER’a Wanê Alî Kalçik da zanîn ku ji Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayî ya Biyolojîk a Navendî ya Wanê ku li dijî qirêjiyê hatiye avakirin, di her saniyeyekê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê.
Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
Li Botanê Kaniya Nerdûşê ya ku 3 sal in ji ber kanên komirê reş diherike li herêmê cotkarî nehiştiye û rejeya avê her ku diçe kêm dibe. Hawirdor, tendûristvan û siyasetmedarên herêmê ji bo çem ev hişyarî kirin: "Heke neyê sekinandin dê rêjeya çavkaniya avê kêm bibe û şêniyên herêmê dê bi nexweşiyên mezin re rû bi rû bimînin."
Li Cûdiyê dar tên birîn
Birîna daran a li gundê Hesena yê li quntarên çiyayê Cûdiyê ku par dest pê kiribû, didome.
Li Gabarê qirkirina daran
Li Çiyayê Gabarê cerdevan li qada ku tê gotin petrol lê heye, daran dibirin.
Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
Parêzer Îsmaîl Hakki Atal bi lêv kir ku piştî hilbijartinê ji bo kana komirê ya tê xwestin li Daristana Akbelenê were vekirin zext zêde bûne û diyar kir ku dê giliyê dozgerên ku xebitîna li dijî rêziknameyê ya şîrketê dengê xwe nakin, bikin.
Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
Ciwanên ekolojîst destnîşan kirin ku krîza ekolojîk êdî ji senaryoyekê wêdetir bûye rastiyeke jiyanê û li dijî talankirinê îşaret bi têkoşînê kirin.
Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
Parêzer Bariş Yildirim diyar kir ku rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya ji bo kana madenê ya ku tê xwestin li Çiyayê Munzurê were vekirin li dijî rêziknameyê ye û wiha got: “Di projeyê de menfeata cemaweriyê esas nehatiye girtin.”
Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
Bi fermana waliyê Şirnexê li herêmê dar tên birîn û walî bi îdiaya “dê darên fistiqan li şûna wan bên çandin” hewl dide vê talanê rewa bike. Xelkê herêmê jî bertek nîşan da û wiha got: “Ma dema darên me hatin birîn û bêdar man dê çi ji fistiqan bikin? Bila walî vê talanê bide sekinandin.”
Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
Tê payîn ku li Semsûr, Dîlok, Riha, Xarpêt, Meletî û Dêrsimê dê baraneke zêde bibare.