Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç di “Komxebata Bajarê Ekolojîk” de axivî û got: “Li bajarên me qirkirina ekolojiyê tê kirin.”
Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
Meteorolojiyê ji bo 8 bajaran hişyariya barîna barana zêde kir.
Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
Hat zanîn ku şîrketa çavberdaye Zozanên Hasandinê û lêgerîna madenan dike, Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ye. Şêniyên gund ên serî li Baroya Amede dan dê di 10’ê tebaxê de mitîngê li dar bixin.
Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
Cerdevanên li herêma Bêtkarê ya navçeya Qilebanê rojane 600-700 tonên daran dibirin û dişînin bajarên cuda.
Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
Welatiyên li dijî lêgerînên rezervên madenan ên li zozanên Hasandinê di çalakiyê de ne wiha gotin: "Em ê van deran nedin şîrketan.”
Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
Li Gabarê di bin navê lêgerîna neftê de talana xwezayê didome. Welatiyên ku di sala 1990’î de bi darê zorê ji gund hatine derxistin û niha jî nikarin biçin bax û baxçeyên xwe gotin: “Li Şirnexê darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin.”
Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê bertek nîşanî lêgerîna madenê ya li Zozanên Hasandîn ên Pasûrê da, wiha got: “Em ê destûrê nedin ku şîrketek were vê derê.”
Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
Ekolojîstên li dijî talana xwezayê li quntara Çiyayê Gabarê li hev civiyan, wiha gotin: “Sûcek û qirkirineke organîzeyî tê kirin. Em ê xweza û civakeke azad ku dengê Şirnexê li Akbelenê vedide, berxwedana Çiyayên Kazê bi berxwedana Cûdî re bibe yek ava bikin.”
Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
Bi hezaran kesên li dijî lêgerîna madenan a li Zozanên Hasandinê derketin, meş li dar xistin. Welatiyan bertek nîşandan û gotin: “Em ê xaka xwe nedin şîrketan.”
Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
Ji şêniyên Zozanên Hasandinê ku di hedefa şîrketên madenê de ye Serayî Yuce ya 85 salî wiha got: “Dewlet jî be, kî jî be em ê destûrê nedin.”
Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
Li dijî qirkirina xwezayê ya bi salan e li Şirnexê didome wê di 28’ê tîrmehê de daxuyaniyeke bi girseyî bê dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Şirnexê bang li saziyên ekolojik, rêxistinên demokratik û gel kirin ku tev li çalakiyê bibin.
Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
Endamê Komîsyona Hawîrdorê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay, anî ziman ku li dijî qirkirina daristanan a li bajêr bi daxwaza “rawestandin birêvebirinê” dê dozê li Wezareta Çandinî û Daristanan vekin.
Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
Li gundê Kanî yê navçeya Amediyeyê ya Dihokê ku ji hêla balafirên şer ve hate bombebarankirin, şewat derket.
Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî birîna daran a li Şirnexê bang li herkesê ku li dijî qirkirina xwezayê disekine kiribû ku di 28'ê tirmehê de li Şirnexê bin. Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz ê bersiva vê bangê da, ji hemû pêkhateyên xwe xwest ku bersiva vê bangê bidin û got: “Em ê têkildarî talana li bajarên kurdan zêdetir gotinan bibêjin.”
Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
Endama Komisyona Ekolojiyê ya KNK'ê Serwer Qeredaxî, diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê pêşiya texrîbateke mezin a xwezayê vekiriye û destnîşan kir ku ev êriş ne tenê mirovan dikujin ekosîstema herêmê jî tune dikin.