Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
Projeya terasa cam a ku li ser Newala Qoriyê û Geliyê Botanê ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve tê çêkirin, derxist îhaleyê. Şêniyên gundê Bafê diyar kirin ku ev proje dê zirarê bide xwezaya herêmê û gotin: "Em êdî li vir nedikarin sewalên xwe biçêrînin û ne jî bi serbestî bigerin."
Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
Jin li Wanê ji bo balê bikişînin ser texrîbata xwezayê. meş li dar xistin.
Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
Birîna daran a li navçeya Elkê bi tevlibûna sedan cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de bênavber didome.
Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
Şewatên daristanan ku êdî ji bo demsala havînê veguherîne bûyerên “xwezayî”, îsal jî ji ber negirtina tevdîran, mudaxileyên dereng û bandora germbûna kûrewî bi sedan hektarên daristanan tune kirin. Li gorî daneyên OGM’ê, li gorî par îsal şewat 5 qet zêdetir bûn.
Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
Li Gabarê ku xwezaya wê tê qirkirin, neft di ser çavkaniyên avê re tê rijandin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gelek kaniyên avê ziwa bûne û gotin: "Çavkaniyên ava Gabarê hemû qirêj û jehrî kirin. Mirov êdî nikare wê avê vexwe."
Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
Şewata li çoltera navçeya Kercewsê derketibû, gihişt navçeya Mîdyadê.
Di daristana li Çermûgê de şewat derket
Hat destnîşankirin ku li daristana herêma Deûka Çermûgê, ji ber trafoyê şewat derket.
Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
Ekolojîstên ku heêrma şewatê ya di navbera Çinar û Şemrexê de ziyaret kirin, bal kişandin ser polîtîkayên talankirina xwazyê yên desthilatê û gotin: "Navenda rantê ya ku bûye sedema şewatê DEDAŞ e."
Li Şemrexê ji ber birûskê şewat derket
Li gundê Reşanê yê navçeya Şemrexê ji ber birûskê şewat derket.
Li xaka kurdan nêzikatiya cotstandartî
Ekolojîst Cemîl Aksu bertek nîşanî helwesta cotstandartî ya li dijî şewatên li Kurdistanê da û wiha got: “Ji bo dewletê ‘kurdê herî baş, kurdê mirî ye’ lewma bêwecbûna xaka Kurdistanê ji bo wan gelek girîng nîne.”
Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
Piştî bombebarana Tirkiyeyê li daristana herêma Binarê Qendîlê şewat derket.
Li Çiyayê Şengalê şewat derket
Di saetên êvarê de li Çiyayê Şengalê şewat derket û li gor agahiyan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, şaredarî, Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê û xelkê Şengalê yê li herêmê hewil didin agir vemirînin. Lê ji bagera dijwar, kontrolkirina agir zehmet e.
Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn.
Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
Dadgeha Bilind biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” a bi daxwaza karsaz Suleyman Bolunmez hatiye dayîn betal kir. Tevî biryara betalkirinê şîrketa Bolunmez xebatên xwe yên lêgerîna madênê didomîne.
Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan bi dirûşma “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim” kampanyaya paqijiyê dane destpêkirin.