Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê dê di 7-8’ê îlonê de li Wanê bi dirûşma “Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê” sempozyûmê li dar bixe.
Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
Li dijî welatiyên li navçeya Hopayê li dijî birîna daran derdikevin û nobet digirt êrişa çekdarî hat kirin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
Teqemeniyên ji bo xebatên madenê yên li peravên Çemê Mûradê hatine destpêkirin, zirarê didin cureyên endemîk û ji ber toz, harfiyat û xerakirina rêyan bi navê jiyanê tiştek nayê hiştin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin.
Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
Dêrsimiyan diyar kirin ku HES a li ser Çemê Tagarê ya Dêrsimê tê çêkirin hevsengiya xwezayê xerab dike û dewlet hewl dide bi projeyên enerjî û madenan nasnameya kurd-qizilbaşiyê tune bike.
Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
Şewata sê roj berê li Çiyayê Gabarê derketibû hate vemirandin.
‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
Hat diyarkirin ku 16 sal berê der barê deşta Hasandînê de biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" hatiye girtin û fermandarê cendirmeyan yê ku bi rayedarên fîrmayê re hat, gef li gel xwar û got: "Gel bixwaze û nexwaze jî wê ev maden bê avakirin."
Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve bi dirûşmeya ‘stranên me ji bo xwezayek xweşiktir’ konser pêk anîn.
660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
Li çolterên gundê Hesana ya li qûntarê Çiyayê Cûdî, kesekî pezkoviyek kuşt. Li kesê pezkuvî kuştiye re 660 hezar lîre ceza hate birîn.
Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
Li navçeya Goleyê roj bi roj talana xwezayê zêde dibe û niha jî bi çêkirina kanên madenê di rojevê de ye. Komeleyên xwezayê û gundî dibêjin ku ew ê destûr nedin projeyê.
Şewata li Çewligê derketibû hate vemirandin
Şewata daristanê ya duh li Çewligê derketibû û bi bandorê bayê belav bû, hate kontrolkirin û vemirandin.
Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
Nûnerên Saziyên Sivîl ên Şirnexê ku her heftê bi daxuyaniyê balê dikişînin ser talankirina ekolojiyê, diyar kirin ku Şirnex di bin xetereya çolbûnê de ye û bang li rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê kirin ku ji bo pêşî li vê talana xwezayê bigirin berê xwe bidin Şirnexê.
Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
Rapora ÇED’ê ya medena Licikê ku bûbû sedema mirina 9 karkeran, hate batalkirin.
Manîsa 6 roj in dişewite
Şewata daristanê ya li navçeya Gordesê dest pê kir û belavî gundên navçeya Salîhliyê bû, 6 roj in didome. Gundê Karayakûp bi temamî şewitî.
Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
Li sê navçeyên Mûglayê li qadên bi daristan şewat dest pê kir.
Şewata li Karşiyakayê hat temartin
Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Îbrahîm Yumakli ragihand ku şewata li Çiyayê Yamanlar a li Karşiyakayê kontrol kirine û xebatên sarkirinê tên kirin.