Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
Xelkê herêma Kasorê diyar kir ku ji ber xebata madenê dê cih û warên wan were jehrîkirin û gotin: "Wê av, rez û dar û berên me talan bikin. Em axa xwe bi pereyan nadin."
Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren di daxuyaniya li dijî xebatên madenê ya li Korta Kasora Pasûrê de axivî û got: "Em li dijî vê talana ekolojiyê we hemûyan vedixwînin Mitînga Azadiyê ya li Amedê."
Li Elkê şewat derket
Şewata li herêma bêjahiyê di navbera gundê Melêsê û Bêrmanê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê derketî didome.
Şewata li Rojhilat gel vemirand
Şewata ku du roj in li bajarên Merîvan, Sana û Sawlava yên Rojhilat berdewam dikir bi mudaxileya gel hate kontrolkirin.
Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku îktîdar ji bo qanûneke madenê ya nû ketiye nava hewldanan û wiha got: “Em xwe ji vê îktîdara Tirkiye anîne ber hilweşînê xelas bikin. Em xwe li dijî vê îktîdara ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.”
Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
Şêniyên gundên Liceyê bertek nîşanî madena ku tê plankirin li ser 700 hektarên qada daristanê bê vekirin dan û gotin: “Em ê dev ji xaka xwe bernedin Dê têkoşîna me bidome.”
Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
Li Licê di çalakiya protestoyê ya li dijî projeya madenê hate kirin de peyama “Em ê rê nedin” hate dayîn.
Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
Xelkê navçeya Liceyê dê sibe li dijî kana madenê ku tê plankirin li ser 700 hektarên daristanê were vekirin, daxuyaniyeke girseyî bide.
Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn li gundê Qûşê yê girêdayî navçeya Pasûrê bi hemwelatiyan re civiya û anî ziman ku dê li dijî lêgerîna madenan xwedî li av û axê derkevin.
Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
Li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadînê ji ber kana mermeran hatiye avakirin, nêzî 50 mal koçber bûne û ji ber toza ku ji kana mermeran derdikeve, nexweşiya astim û bêhnçikandinê zêde bûye.
Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
Li Şirnex a ku di her 15 rojan carekê deşt û çiyayên wê bi hinceta “ewlehiyê” tên qedexekirin, cihekî ku nehatiye talankirin nemaye. Bi birîna daran, xebatên madenan û bendavan tê xwestin ku herêm bi temamî bêmirov were hiştin.
Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
Welatiyên ku xaniyên wan ji ber dînamîtên ji bo Bendava Sîlvanê ku li Geliyê Godernê tê çêkirin, tên teqandin zirar dîtine, diyar kirin ku ev yek zirarê dide qadên jiyanê û tenduristiya wan jû bang kirin ku demildest dawî li vê bê.
Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
Welatiyên ku têkoşîna xwe ya li dijî kana madenê ya tê xwestin li Zozana Hasandînê bê çêkirin didomînin, gotin: "Şîrket hêzê ji dewletê digirin, dewlet jî ji bo berjewendiyên xwe destûrê dide. Lê em ê dest ji berxwedanê bernedin."
Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
Li herêma Bestayê ev 3 sal in bi destê cerdevanan dar tên birîn. Darên bi sedsalî yên hatin birîn, careke din ser koka xwe şîn bûn. Li hêla din cerdevanan li herêma Biryan a Cilênimêjayê dest bi birîna daran kirin.
Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
Taxa Gavgasê ya Pasûrê, li herêmeke wisa ye ku pêdiviya avê ya gelek deverên Pasûrê jê tê peydakirin. Taxa Gavgasê niha bi xetereya madenê re rû bi rû ye. Şêniyên taxê ku pêşî li xebatên sondajê digirin, gotin: "Ne zêr, pêdiviya me bi avê heye. Qethiyen em ê nehêlin."