DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in

Parve bike:
MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan têkildarî hilbijêrên hatine veguhestin axivî û wiha got: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î û midûrê emniyetê yê navçeyê jî di nava wan ‘hilbijêrên xeyalet’ de cih digiririn.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê têkildarî hilbijêrên beriya hilbijartina 31’ê Adarê li navçeya Akdenîzê hatine veguhestin li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan got ku ew li dijî kesên îradeya gel xesp dikin li qadan e û dê tevî hemû hîleyan jî Şaredariya Akdenîzê bi dest bixin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî da zanîn ku Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î Mûstafa Gultak û Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Ebûbekir Fîl jî di demên berê de li navçeyeke din xuya dikirin lê bi nêzbûna hilbijartinê re qeydên wan li navçeya Akdenîzê hatine veguhestin. Bozan, wiha domand: “Gultak, li navçeya Yenîşehîrê dijiya. Ew jî di nav de qeydên 28 endamên malbatê li taxa Dîkîlîtaş a Akdenîzê veguhestiye.” 
 
LI NAVNÎŞANA MIDÛRÊ EMNIYETÊ TU KES XUYA NAKE!
 
Bozan, diyar kir ku Gultak piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê qeyda xwe veguhestiye navçeya Akdenîzê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bawerim êdî bawere ku dê têk biçe lewma pêdivî bi veguhestina dengê xwe û malbata xwe dîtiye. Anku ewqas bêçare ne. Dê DEM Partî dawî li kirêgiriya AKP’ê ya li Akdenîzê bîne. Ebûbekir Fîl jî yek ji ‘hilbijêrên xeyalet’ e. Li Mezîtliyê rûdinişt lê qeyda xwe veguhestiye Taxa Sîteler a navçeyê. Wî jî tevî xwe qeydên 11 endamên malbata xwe veguestiye. Piştî vê tespîtê hevalên me sê rojan li pey hev çûn wê navnîşanê. Lê tu kes li ser wê navnîşanê xuya nedikir.” 
 
'DIVÊ MIDÛRÊ EMNIYETÊ JI PEYWIRÊ BÊ DÛRXISTIN’ 
 
Bozan, got ku ew sozê didin xelkê Akdenîzê ku dê heqê wan nedin xwarinê û axaftina xwe wiha qedand û li dijî veguhestina hilbijêran a bi awayekî derusûlî ev tişt rêz kir: 
 
“* Li ser îtîrazên me yên li dijî qeydên hilbijêran divê tehqîqet jinûve bên kirin. 
 
* Divê derheqê memûrên bi awayeke derusûlî qeydên hilbijêran çêkirin de lêpirsîn bê destpêkirin û peywira wan bê bidawîkirin. 
 
* Divê Wezareta Karên Hundir derheqê Midûrê Emniyetê yê Akdenîzê de lêpirsînê bide destpêkirin û ji peywirê bê dûrxistin. 
 
* Hewceye Şaredarê Akdenîzê di serî ji xelkê navçeyê, ji 85 milyon welatiyan lêborînê bixwaze.” 
 
Nûçeyên Têkildar
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”

Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da

DEM Partiyê der barê qeydkirina hilbijêrên ji derveyî bajêr serî li YSK’yê da. Piştî îtîrazê daxuyanî hat dayin. Parlamentera bajêr Newroz Ûysal diyar kir ku bi hezaran hilbijêrên xeyalî hene û got: "Bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyê hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin.”

Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene

MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin.

DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.

HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da

Parlamenterên HEDEP’ê têkildarî rapora ATK’ê ya ji bo Makbûle Ozer a 81 salî ku dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne” serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.