HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da

Parve bike:
ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê têkildarî rapora ATK’ê ya ji bo Makbûle Ozer a 81 salî ku dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne” serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç û hemû parlamenterên partiyê têkildarî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya derheqê Makbûle Ozer de ku dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. 
 
Di serlêdanê de hat gotin ku Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer tevî zarokên xwe di encama serdegirtina malê ya di 24’ê tîrmeha 2018’an de hatine binçavkirin û ji ber îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî dane rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê li Ozer û hevjînê wê hatiye birîn. 
 
5 MEHAN GIRTÎ MA 
 
Bi domdarî hat gotin ku Ozer û hevjînê xwe di 9’ê gulana 2022’yan de bi awayeke derqanûnî û bêyî delîlan hatine girtin û wiha hate gotin: “Makbûle Ozer pir pîr e, ji sedî 61 astengdar e û neçarî sexbêra zarokên xwe ye. Mayîna wê ya li derveyî malê xetereyê li ser jiyana wê çêdike. Piştî hewldanên parêzerên wê, cezayê wê salekê hate taloqkirin û di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan.” 
 
'XETEREYÊ LI SER JIYANA WÊ ÇÊDIKE’ 
 
Serlêdan wiha dom kir: “Ozer, bi kursiya biteker çû AT’ê lê ATK’ê di rapora 11’ê mijdarê de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Ozer; ji sedî 61 astengdar e, nexweşiyên wê yên weke tansiyon, şekir, bêhnkurt û hwd. hene. Ketina wê ya girtîgehê dê xetereyê li ser jiyana wê çêbike. Dema girtî bi ser hişê xwe çûbû û destê wê şikestibû, nikare bimeşe û ji ber êşên nexweşiyên xwe nikare razê.”
 
Di berdewamê de rapora pisporê tipa edlî ya Prof. Dr. Umît Bîçer hat bibîrxistin. Parlamenteran xwestin ku Ozerê dîsa bişînin ATK’ê, înfaza wê were taloqkirin û ÎHÎK jî vê mijarê bike rojeva xwe û ji bo mafên girtî û hikûmxwaran berpirsyartiyê li xwe bigire. 
Nûçeyên Têkildar
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”

DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan têkildarî hilbijêrên hatine veguhestin axivî û wiha got: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î û midûrê emniyetê yê navçeyê jî di nava wan ‘hilbijêrên xeyalet’ de cih digiririn.”

Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da

DEM Partiyê der barê qeydkirina hilbijêrên ji derveyî bajêr serî li YSK’yê da. Piştî îtîrazê daxuyanî hat dayin. Parlamentera bajêr Newroz Ûysal diyar kir ku bi hezaran hilbijêrên xeyalî hene û got: "Bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyê hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin.”

Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene

MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin.

DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.