Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene

Parve bike:
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro bi rojevên girîng bicive. Civîn dê saet di 11.00’an de dest pê bike û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan serokatiya civînê bikin. 
 
Di civînê de dê gelek rojevên girîng bên nîqaşkirin. Yek ji van jî geşedanên li Rojhilata Navîn e. Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de, êrişa DYA û Ingilistanê ya li dijî Husiyan û êrişên Îranê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bên nirxandin. 
 
DÊ PEVÇÛNÊN HEYÎ BÊN NIRXANDIN 
 
Di civînê de her wiha dê tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKKK’ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd bi berfirehî bê nirxandin. Pevçûnên di demên dawî de di navbera HPG û TSK’ê de jî dê bên nirxandin. 
 
DÊ MUHESBEYA PÊŞHILBIJARTINÊ BÊ KIRIN 
 
Yek ji mijarên din ên ku dê MYK binirxîne jî pêşhilbijartin in. Dê muhesebeya encamên erênî û neyînî yên pêşhilbijartinan bê kirin. 
 
NAMZETÊN LI BAJARÊN TIRKIYEYÊ 
 
DEM Partiyê biryar dabû ku di hilbijartinê de li hinek bajarên Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. Enqere, Antalya û Bolu jî di nav de biryar hatibû ku li 7 bajar û 27 navçeyan namzet bên nîşandan. Dê kesên li van bajar û navçeyan weke namzet bên nîşandan bên nîqaşkirin. Di vê qonaxê de dê gelek nav bên nirxandin. 
 
Her wiha dê têkildarî navendên ku hêj nediyare bê ka dê namzet lê werin nîşandan an na jî nîqaş bên meşandin. 
 
Nûçeyên Têkildar
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”

DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan têkildarî hilbijêrên hatine veguhestin axivî û wiha got: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î û midûrê emniyetê yê navçeyê jî di nava wan ‘hilbijêrên xeyalet’ de cih digiririn.”

Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da

DEM Partiyê der barê qeydkirina hilbijêrên ji derveyî bajêr serî li YSK’yê da. Piştî îtîrazê daxuyanî hat dayin. Parlamentera bajêr Newroz Ûysal diyar kir ku bi hezaran hilbijêrên xeyalî hene û got: "Bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyê hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin.”

DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.

HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da

Parlamenterên HEDEP’ê têkildarî rapora ATK’ê ya ji bo Makbûle Ozer a 81 salî ku dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne” serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.