Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da

Parve bike:
ŞIRNEX- DEM Partiyê der barê qeydkirina hilbijêrên ji derveyî bajêr serî li YSK’yê da. Piştî îtîrazê daxuyanî hat dayin. Parlamentera bajêr Newroz Ûysal diyar kir ku bi hezaran hilbijêrên xeyalî hene û got: "Bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyê hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin.” 
 
Bi nêzikbûna hilbijartinên herêmî yên ku dê 31’ê Adarê re ji bajarên din gelek kes li ser hin navnîşanên bajarine din wekî hilbijêr tên qeydkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnex û navçeyên wê Basa, Hezex, Silopiya, Elkê û Qileban bi hezaran hilbijêrên ji derve tespîtkirin. DEM Partî li navçeyên ku hilbijêr li ser wan hatine qeydkirin serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û îtîraz kir. 
 
Piştî îtîrazê li navçeya Qilêbanê li ber avahiya DEM Partiyê bi tevlîbûna parlamentera bajêr Newroz Ûysal Aslan û rêveberên navçeyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de Newroz Ûysal Aslan axivî. Ûysal diyar kir ku li gel nêzikbûna hilbijartinên xwecihî neheqiyên cidî hatin kirin û wiha got: “Em ketin pêvajoya hilbijartinên herêmî yên 2024’an. Pêvajoya hilbijartinê bi giştî yek e, ji roja ku dest pê dike heta roja ku diyar dibe ku dê deng bên hejmartine. Lê mixabin li welatê me de ku di salên borî de ku me şahidiya wê kir û jdi raporên saziyên navneteweyî de diyar dibe ku Tirkiye ne dewleteke ku rêzê li îradeya dengdêran bigire û qanûnên demokratîk ên ku îradeyê nas dike pêk tîne. Mixabin hewlên veguhestina dengdêrên û dengderên sextê hene."
 
NAVÇE NAVÇE HILBIJÊRÊN HATINE VEGUHESTIN VEGOT 
 
Ûysal da zanîn ku li navend, navçe û bajarokan bi hezaran hilbijêrên sexte û gerok hatine qeydkirin û wiha got: "Di encama tespîtên ku ji aliyê navenda me ya giştî û rêveberiyên me yên navçeyan ve hatine kirin hem li navenda Şirnexê û hem jî li navçeyên me Qilabanê,Elkê, Basa, Cizîr û Hezexê bi hezaran hilbijerên sexte hatine qeydkirin. Me li navçe û bajarokên ku hilbijêr hatine veguhestin îtîrazên xwe ji YSK’yê re kirin. Ji bo Qilabanê jî îro me hem li dijî navendê hem jî gundê Kiror, Bejuh, Roboskî, Hêdîş, mergeh û li bajarokê Sêgirkê, Derahînê û hîlalê îtîraz kir. Bi giştî 2 hezar û 980 hilbijêrên xeyalî, neqanûnî hene ku me heta niha tespît kirine hene. Li Elkê li 3 navnîşanên cuda 891 qeydên hilbijêrên sexte hene. Dîsa li navenda Şirnexê nêzî 8 hezar qeydên hilbijêran hene. Li bajarokên Erebanê û Deştadarê yên Hezexê nêzî 500 hilbijêrên sexte hene. Li Taxa Gumuşyazi a Basayè 515 hilbijêrên sexte û li bajaroka Findikê jî 155 hilbijêrên sexte hatin qeydkirin. Dîsa li bajaroka Tilqebîn ya Silopiyayê nêzî hezar û 200 hilbijêr hatine qeydkirin."
 
‘HÛN Ê BI SERNEKEVIN’ 
 
Ûysal bi lêv kir ku ku hêza hikûmetê nîn e îradeya gel desteser bike û got: "Ev dengdêrên neqanûnî kî ne, li ser çi îrade û li ser kîjan qanûnan qeydên hilbijêran tên kirin? Me pirsî û em dîsa dipirsin. Em niha ji YSK'ê tên û weke wan jî diyar kirin, ev der gelekî mijûl e û bi sedan kes weke hilbijêr hatine qeydkirin. Hûn nikarin îradeya vî gelî bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyan xesp bikin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin. Em ê vîna gelê xwe teslîmî neheqî û bêhiqûqiyê nekin. Banga me ji gelê me re ew e ku navnîşanên xwe kontrol bikin, li dijî vê neheqiyê serî li YSK û midùriyetên nufûsan bidin û bi partiya me re têkilî daynin û rewşê ragihînin." Daxuyanî bi dirûşmeyên bi dawî bû.
Nûçeyên Têkildar
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”

DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan têkildarî hilbijêrên hatine veguhestin axivî û wiha got: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î û midûrê emniyetê yê navçeyê jî di nava wan ‘hilbijêrên xeyalet’ de cih digiririn.”

Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene

MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin.

DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.

HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da

Parlamenterên HEDEP’ê têkildarî rapora ATK’ê ya ji bo Makbûle Ozer a 81 salî ku dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne” serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.