Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
Li bakurê Zelandaya Nû ji ber baranên zêde lehî rabû. Hat zanîn ku di encama lehiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
Li Efxanistanê ku di bin rêveberiya Talîban de ye, ketina ezmûnên zanîngehê li xwendekarên jin hate qedexekirin.
Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.
Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
Lîstikvana sînemayê ya Îranî Haniye Tavasli, aşkere kir ku Mîhrîcana Fîlman a Fecrê ya her sal li Tehranê tê lidarxistin boykot dike.
Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy bibîr xist ku Komploya 15’ê Sibatê dikeve sala 25’emîn û ji bo beşdariya li meşa dirêj bang kir ku wê di 6-11’ê Sibatê de ji Cenevreyê heta Strasboûrgê bi pêşengiya enternasyonalîstan bê lidarxistin.
Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
Çalakiya kurdan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike.
Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto, ji bo hevdîtinên di navbera Swêd-Fînlandiya-Tirkiyeyê de diyar kir ku pêwîst e navber bê dayîn.
Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
Hat diyarkirin ku helîkoptereke leşkerî ya artêşa Cezayîrê, li bakur rojhilatê welêt, li bejahiya Ayn Deflayê ketiye xwarê û 3 kes mirine.
Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê aşût bi ser otorêyê de hate xwarê û di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
Meclîsa Almanyayê bi yekdengî pêşnûmeqanûna ku qirkirina êzidiyan nas dike, qebûl kir. Endama Partiya Çepgir Dagdelen, rexne kir ku çima YPG’ê ku êzidî rizgar kirine, nehatiye bibîrxistin.
Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
Wezîrê Fînansê yê Erebistana Siûdî diyar kir ku dê piştgiriya wan a ji bo welatên “Bêparastin” ên weke Tirkiye, Pakistan, Misir û hwd. bidome.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Denis Monastirskiy di helîkopterêa nêzî Kievê ku ket xwarê de jiyana xwe ji dest da.
Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
Enstîtûya Kurd a Washingtonê gefên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin berhev kir.
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht îstîfaya xwe da Serokwezîr Olaf Scholz.
Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
Li Nepalê balafireke ku 72 rêwî têde bûn ket. Di encamê de herî kêm 16 rêwî mirin.