Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de çû Bexdayê.
Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî ya li Îranê hatibû binçavkirin, bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamî” kirine hate girtin.
Li Îranê jinek hat darvekirin
Li Girtîgeha Kahnuj a li Eyaleta Kerman a Îranê Leila Bamrî ku du sal in girtî ye hat bidarvekirin.
Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
Encamnameya ‘Konnferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ ku li Cape Town a paytexta Başûrê Afrîkayê hat lidarxistin, hat eşkerekirin. Konferansê, daxwaza berdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan kir.
Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
Roja duduyan a di "Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo cîhanê" de biryardariya "Azadiya Rêber Apo, azadiya hemû gelên bindest e, em ê ji Başûrê Afrîkayê daxwaza ji bo azadiyê bêhtir bînin ziman” derket pêş.
Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
Li Yewnanistanê trêna rêwiyan û ya bar qeza kirin. Di encama qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn.
Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
Konferansa “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” ku li Afrîkaya Başûr tê lidarxistin di roja 2’yemîn de bi nîqaşên zêde berdewam dike.
Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
Konferansa Efrîqeya Başûr a “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” dest pê kir.
Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya artêşa DYA’yê êriş hate kirin.
Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
Civîna G20'ê ya li Hindistanê, bêyî ku di mijara Ûkraynayê de li hevkirinek çêbibe, bi dawî bû.
Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
Rojnamevan Asal Abasian diyar kir ku hêj rojnamevanên jin Nilofar Hamedi û Elahe Mohammedi nekarîne bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, darizandinek nehatiye kirin û têkildarî zextên li Îran û Tirkiyeyê yên li dijî çapemeniyê jî wiha got: “Rêya dîktatoran yek e.”
Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji bo qûrbaniyên erdhejê bi kurdî, erebî û tirkî peyama ser saxiyê da û wiha got: “Êşa we êşa me ye.”
Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
Li Lubnanê ku bandor ji erdhejên Hatayê girt, gel derket derve. Hat diyarkirin ku li Lubnanê kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
NY’yê ragihand ku di encama erdheja 6’ê sibatê de li Sûriyeyê 8,8 milyon kes mexdûr bûne.