Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nepalê balafireke ku 72 rêwî têde bûn ket. Di encamê de herî kêm 16 rêwî mirin. 
 
Balafira rêwiyan a girêdayî Rêhewa ya Yetiyê ya Nepalê, dema ji Kathmandu ber bi Pokharayê ve diçû ket. Di balafirê de 68 rêwî û 4 murettabat hebûn. Hat ragihandin ku herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.