Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
Îsraîlê êrişî paytexta Sûriyeyê Şamê kir û di encama êrişa hewayî de 2 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûn.
Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
Li El Callao ya Perûyê di depoyekê de 2 ton û 310 kîlo û 760 gramên kokaînê hatin desteserkirin. Polîsan got ku dê kokaîn derbasî Tirkiyeyê bihatina kirin.
Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
Li Almanyeyê nêzî 30 hezar karker ketin grevê. Ji ber greva karkeran, di hatin û çûnê de pirsgirêk derket.
Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaletên Mississippi û Alabama yên DYA’yê ji ber bablîsokê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
Li Atînayê di maça basketbolê ya Euroleagueyê ya di navbera Panathinaikos û Barselonayê de, pankarta li ser "Azadî ji bo Ocalan" nivîsandî hat vekirin.
Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
Çalakiyên blokajê ku li Fransayê li dijî bilindkirina temenê teqawîdiyê hatine destpêkirin, roj bi roj mezintir dibin.
Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Di çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî" de ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hat lidarxistin, peyama "Em ê bi xwedîderketina ruhê berxwedêr ê Newrozê Rêbertiya xwe azad bikin" hat dayîn.
Piştî 11 salan serdana Misrê kir
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu piştî 11 salan cara ewil serdana Qahîreyê kir û îdia kir ku ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Misrê re derxin asta jor.
Beşar Esad li Rûsyayê ye
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo hin hevdîtinan bike çû paytexta Rûsyayê Moskovayê.
Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
Îsraîlê ji heva êrişî Sûriyeyê kir û di êrişê de 2 milîsên Îranê hatin kuştin.
Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
Li bajarê Tewrêz ê Îranê teqînek çêbû û di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin. Di rûniştina bi sernavê “Yekîtiya Ewropa û Kurd” de hate diyar kirin ku divê biryara bêçalaktiyê ya PKK’ê bê nirxandin.
Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
Derhênerê kurd û nivîskar Sadik Samereî di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
Sefîra DYA’yê ya Iraqê têkildarî krîza avê ya li welêt, bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir.