Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku heya niha ji ber Bagera Mocha ya li Myanmar û li herêma Rohînya ya Bangladeşê rabûye, 145 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gor NY’yê bandora bagerê li 800 hezar kesan bûye.
Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
Dewleta Îranê bi îdiaya ku "tevlî şerê li dijî Xwedê bûne" 3 kes bi dar ve kir.
Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
Li herêma navîn a Îtalyayê, cardin lehî rabû. Hat ragihandin ku di lehiyê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
Di çalakiya rûniştinê de ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’yê hat lidarxistin, bang li hemû hilbijêran hat kirin ku biçi dengê xwe bidin.
Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
Raportorê Tirkiye yê PE’yê Nacho Sancez Amor û Serokê Delegasyona Parlamentoya YE-Tirkiyeyê Sergey Lagondînsky destnîşan kir ku şertên pêkhatina hilbijartinên 14’ê ne bi wekhevî bûne.
Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin
Aktîvîst Şeyma Silawî diyar kir ku rejîma Îranê li ser gelên ku xweserî û azadiyê dixwazin tundiyê zêde dike û got: “Gel tevî zext, darvekirin û îşkenceyê jî di axwaza xwe ya azadiyê de bi israr e. Mafê me heye ku em xwe bi rê ve bibin.”
Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
Konseya Ewropayê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di pêvajoya hilbijartinê de û got ku Tirkiye “dijminane” tevdigere û jê xwest ku dawî li vê nêzikatiya xwe bîne.
Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
Li Kongoyê lehî rabûn û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 200 kes derbas kir.
Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
Li paytexta Sirbistanê Belgradê wesayîteke li ser rêya xwe diçû bi çekên otomotîk li derdorê gule reşandin. Di encama êrişê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
Serdana du rojan a Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya li Şamê dest pê kir.
Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê Charles Okello Engola, li mala xwe ji aliyê parêzkarê xwe ve bi çekê hat kuştin.
Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî Domînîqûe Pradalîé got ku Turkiye ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha vekirî ya cîhanê û bang li civaka navneteweyî kir ku bala xwe bide êrişên dawîn ên li hemberî rojnamevanên kurd.
Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
Li Sûdanê di navbera aliyên şer de ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin.
AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
AGÎT têkildarî rapora hilbijartina li Tirkiyeyê pêk hat diyar kir ku di hilbijartinên 2018’an de gelek rewşên li dijî qanûnan qewimîne û xwest di hilbijartinên bê de çavdêran wezîfedar bike.