Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
Li eyaleta Alabama ya DYA’yê bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
Êrişên Îsraîlê yên li dijî filistîniyan berdewam dikin. Herî dawî dibistanên li Xezayê ku filistîniyan xwe spartibûnê hatin bombebarankirin. Di êrişan de herî kêm 13 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas El Ebyad da zanîn ku hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dayin derket 12’an.
Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
Li Myanmarê ji ber lehiya bagera Yagî ku rabû, ev bobelat bû sedem 226 kes mirin, 77 kes jî winda ne.
Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
Hêzên rejîma Îranê zarokê 12 salî Ihsan Askanî qetil kirin.
Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
Ji ber Bahoza Yagî ya li Vîetnam, Laos, Tayland û bakurê Myanmarê çêbûyî, hejmara qurbaniyan bû 280 kes. Li Myanmarê li nêzî paytextê bi sedan gundî hewl didin ji lehiyan birevin.
Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne
Li Vîetnamê ji ber hêhî, hezaz û Bagera Yagiyê heta niha 197 kes jiyana xwe ji dest dan, 128 kes jî winda bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal el-Mikdad diyar kir ku divê Tirkiye ji xaka Iraqê û Sûriyeyê ku dagir kiriye vekişe.
Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
Li Vîetnamê piştî bagera Yagiyê lehî rabûn û hezaz çêbû. Di lehiyan de herî kêm 143 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
Di civîna Konseya Wezîrê Karên Derve ya Yekitiya Ereban de kêliya ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diaxivî, şandeya Sûriyeyê civînê terk kir.
NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
Di Rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya NY’yê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Rojava di astek cidî de binpêkirinên mafên mirovan qewimîne.
Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
Di encama êrişa balafirên şer ên Îsraîlê ya li dijî konebajarê li rojavayê Han Yunusê de herî kêm 40 kes hatin qetilkirin.
Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
Li bajarê Sennar ê li başûrrojhilatê Sûdanê, li bazarekê di encama êrişa hêzên paramîlîter de 21 kes hatin kuştin.
Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
Li Nîjeryayê tankereke sotemenî lê barkirî, li kamyoneke ku rêwî û heywan tê de qelibî û qeza çêbû. Di qezayê de 48 kesan jiyana xwe ji dest da.
Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
Rojnameger Serunaz Ehmed ku di çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” de hatibû binçavkirin, ragihand ku dest bi grevê kir.