Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
Hîzbûlahê bi ÎHA’yan êrişî Îsraîlê kir. Hate diyarkirin ku di êrişê de leşkerên ku bi giranî birîndar bûne jî di nav de herî kêm 67 leşker birîndar bûne.
Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2024’an dane saziya Nihon Hidankyoyê ku nûnertiya qurbaniyên bombeyên nukleerî yên li Hîroşîma û Nagasakiyê yên Japonyayê dike û kampanyaya dijî nukleerê dimeşîne.
Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
Koma Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê ragihand ku wan bi rêya balafirên bê mirov êrişî ser herêmek di bin desthilatdariya Îsraîlê de kiriye.
Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
Koma Parlamentoyê ya Izquierdas por la Independencia ku yek ji alîgirên koalîsyona serbixwebûnê ya Parlamentoya Îspanyayê ye, ji bo nirxandina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêş kir.
Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
Îranê bi sedema "sînordarkirinên operasyonel" seferên balafiran betal kir.
Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Beyrûtê de hezar û 181’an jiyana xwe ji dest da, milyonek û 200 hezar kes jî ji cihê xwe bûn.
Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
Sendîkaya Karkeran a Aragonê (OSTA) ya li Spanyayê dê li zêdetirî 70 bajaran bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê kurd çalakiyan li dar bixe.
Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
Wezîrê Veguhestinê yê Lubnanê diyar kir ku ji ber êrişa Îsraîlê ya li dijî deriyê sînor ê Sûriyeyê, rêya sivîl tê de direviyan hatiye girtin.
Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
Rojnamegerê lubnanî Sarkis Kassargian bandora şerê Îsraîl-Filistînê ya li ser Rojhilata Navîn nirxand û wiha got: “Tirkiye demekî dirêje li dijî herêmê hemleyan dike lê tu hemleyên wê bi ser neketin.”
Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
Ji Raportorên MPKE’yê yê Tirkiyeyê Stefan Schennach di rapora xwe ya çêvdêriyê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û xwest biryarên AÎHM’ê werin sepandin.
Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
Bi daxwaza edaletê ji bo bijîşka stajyer ku meha tebaxê destdirêjî lê hatibû kirin û hatibû qetilkirin, li Hindistanê bi deh hezaran kes daketin kolanên Kalkutayê.
Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
Berpirsyarê Medyayê yê Hîzbullahê Muhammed Afîfî daxuyaniya Îsraîlê derewand ku digot li dijî Lubnanê operasyona bejahî ya bisînor dane destpêkirin.
Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
Kesên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi rêxistin dikin bi nêzîkbûna salvegera pêngavê re bang li her kesî kirin ku beşdarî çalakiyên di navbera 1 û 10'ê cotmehê de bên lidarxistin bibin.
Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku di serî de li paytextê Nepalê Katmandûyê ji ber barîna baranê ya zêde li welat lêhî rabûn û hezaz çêbûn. Di encamê de herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê ji bo daxuyaniya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariyan dike. Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayan a Dundeeyê Mike Arnott got: “Divê Abdullah Ocalan divê teqez azad be.”