Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
Ekonomîsta Arjantînî Beverly Ann Keene ku têkiliya di navbera pêvajoya şer û krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê de nirxand, wiha got: “Tirkiye piraniya çavkaniyên xwe yên budçeyê di şerê li dijî kurdan de xerc dike.”
Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nêzî du meh şûn de Michel Barnier wek serokkomar tayîn kir.
Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
Şaxa Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY’yê ya Îtalyayê ragihand ku di Behraspî de keştiyeke ku penaber tê de bûn noqî avê bûye û herî kêm 20 penaber winda bûne.
Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Sara Tavusî ku wêneyê kurê Cîgirê Serokkomar Mohammed Reza Aref ê tev li civîna hikûmetê bûbû kişand, bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.
Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yuriy Uşakov daxuyand ku Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kiriye.
WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
Nûnerê WHO’yê yê li Filistînê ragihand ku aşiyên li dijî felcbûnê dane zêdetirî 161 hezar zarokên ji 10 saliyê biçûktir ên li Xezayê.
Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
Li dijî girtiyên li girtîgeheke Kongoyê hewl dan firar bikin êriş hate kirin. Di êrişê de 129 kes hatin kuştin.
Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
Hejmara kesên di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 40 hezar û 738 kesan.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di meha tebaxê de li rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin bidarvekirin.
'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû.
Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
Di rûniştina 3’yemîn konferansa li Berlînê de panela bi sernavê ‘Li Îmraliyê tecrîd û îzolasyon’ hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tevnagere û saziyên navneteweyî tecrîdê paşguh dikin.
Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
Li Taylandê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û hezaz çêbû. Di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
Li Sûdanê ji ber barana dijwar û lehiyê bendavek hilweşiya. Hat diyarkirin ku heta niha 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî winda ne.
Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
Serokkomariya Îranê ragihand ku meha bê wê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana paytexta Iraq Bexdayê bike.
Li Endonezyayê lêhî rabû: 11 kes jiyana xwe ji dest dan
Di lêhiya ji ber barana zêde li Endonezyayê rabûye de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.