IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin

Sekreterê IFJ’ê Anthony Bellanger qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got: "Tiştekî gelekî ecêb e ku rojnamevan bi awayekî qestî ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine hedefgirtin. Em dixwazin kesên berpirs hesaba vê bidin."

Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê

Parlamenterên swîsreyî diyar kirin ku tevahiya pêkhateyên li Rojava di bin xetereyê de ne û li dijî êrişên dewleta tirk bang kirin ku her kes bikeve nava liv û tevgerê.

Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir

Balafirên şer ên Îsraîlê noqteyeke li lûtkeya Çiyayê Qasiyonê û Balafirgeha Leşkerî ya Mezayê bombebaran kir.

Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên li ser Rojavayê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya Danimarkayê li hev civiyan û ev bang li hikûmetê kirin: “Demildest xwedî li Rojava derkevin.”

Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!

Jinên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kirin û gotin: “Li diî sûcên şer û mirovahiyê demildest tedbîr bigirin.”

Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan

Kurdistanî li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir ku eger êriş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe û xwest PE’yê rola xwe bilîze.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter û wiha got: “Divê êrişên ser Kurdan bên sekinandin.”

Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Beşar Esad fermana “desthilatdariyê bi rengekî aştiyane dewr bikin” da û ji Sûriyeyê derket.

Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin

Li bajarê Reîms ê Fransayê û li bajarê Sandvîken ê Swêdê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.

Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin

Rêxistina Efûyê rapora xwe ya der barê êrişên Îsraîlê yên bi ser Xezeyê de weşand û got ku li Xezeyê sûcê şer tê kirin.

Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin

Kurdistaniyan der barê êrişên Tirkiyeyê de bang li Neteweyên Yekbûyî kirin û gotin: “Ev êriş di bin berpirsyariya we de ye. Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava rawestînin.”

DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da

DYA’yê têkildarî geşedanên li Heleb û derdora wê daxuyanî da û got ku rew rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û bi paytextên li herêmê re di nava pêwendiyan de ne.

Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê

Peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de hatiye mohrkirin kete meriyetê.

Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir

Hîzbullahê ragihand ku li bakurê Îsraîlê û başûrê Lubnanê 17 noqteyên leşkerî yên Îsraîlê hedef girtiye.

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dan, 44 hezarî derbas kir.

< 36 37 38 39 40 > Rupel 38 / 145