Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
Bi hezaran Kurdistanî di pêşengiya TJK-E de ji bo komkujiyên Parîsê protesto bikin û kesên hatine qetilkirin bibîr bînin û ji bo vê tevlî meşa navendî ya Parîsê bibin, ber bi Parîsê ve diherikin.
DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
Hikûmeta Îtalyayê ragihand ku wezîrên derve yên Îtalya, Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîkayê wê roja pêncşemê li Romayê bicivin û rewşa Sûriyeyê gengeşe bikin.
Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê li bajarê Shigatseyê bi mezinahiya 7.1’ê erdhej çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 9 kes mirin.
Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barro û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock çûn serdana paytexta Sûriyeyê Şamê.
Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
Li Tunusê 2 keştiyên penaber tê de bûn noqî avê bûn û di encamê de 17 jê zarok bi giştî 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
Saziyên çapemeniyê yên navneteweyî xwestin rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ku di 19'ê kanûnê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, bê berdan.
Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
Li Koreya Başûr balafira rêwiyan ku 181 kes tê de bûn qeza kir. Di qezayê de herî kêm 122 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
Ajansa HRNA’yê ragihand ku ji serê salê ve nêzî 883 kes li Îranê hatine darvekirin. Hat diyarkirin ku ji van 26 jê jin in.
Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
Îtalyayê diyar kir ku ev hefteyek e Îran rojnamevan Cecilia Salayê di bin çavan de digire û hîn sedema vê yekê ne diyar e.
IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
IFJ’ê ragihand ku li Xezeyê herî kêm 147 rojnamegerên Filistînî hatine kuştin û xwest tavilê lêpirsîn bê destpêkirin.
Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
Di encama êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê li dijî wesayîta weşana zindî ya televîzyona El-Kuds el-Yevmê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan.
Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Kazaxistanê ragihand ku ji balafira ketî 28 kes hatine xelaskirin.
IFJ: Rojnamegeran berdin
IFJ’ê ji bo berdana 7 rojnamegerên ji ber bîranîna hevalên xwe hatine girtin, bang kir.
Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
Li Komara Kongo ya Demokratîk keştiyek noqî avê bû. Di qezayê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî winda ne.
Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
Du senatorên Partiyên Komarparêz û Demokrat ên DYA’yê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Kongreyê kirin ku ji ber êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Tirkiyeyê mueyîdeyan bên sepandin.