Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
Serokkomarê ewil ê Komara Namîbyayê Sam Nujoma di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li ser telefonê axivîn.
Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
Dadgeha Gelan a Rojava ku bi mebesta darizandina sûcên şer ên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hatiye avakirin, di roja duyemîn de didome.
Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
Siyasetmedara Fransî Danîelle Sîmmonet çû serdana Rojava û got ku Rêveberiya Xweser a bi paradîgmaya Abdullah Ocalan hatiye avakirin hêviyê dide û wiha got: “Li seranserî cîhanê pir kêm mirov di mijara rola jinê ya di civakê û siyasetê de ewqas pêşverû ne.”
Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku dê di 13’ê Sibatê de li Parîsê konferansa ku dê pêşeroja Sûriyeyê bê nîqaşkirin were lidarxistin û Kurd jî dê tev li bibin.
Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
Li bajarê Philadelphiayê yê Amerîkayê helîkopterek ket xwarê. Hat ragihandin ku gelek mirî û birîndar hene.
Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
CENTCOM’ê ragihand ku rayedarekî payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin.
Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Mahmood Reza Amiry-Moghaddam, diyar kir ku ku di 5 mehên dawîn de her roj nêzî 6 kes tên îdamkirin.
Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
Hamasê 4 leşkerên din ên îsraîlî radestî Xaça Sor kir.
Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
Di navbera ELN’ê ku bi hikûmeta Kolombiyayê re hevdîtinan dike û komeke din a çekdar de şer derket. Di şerê heta niha de herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
Filistîniyên di çarçoveya lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hatin berdan, gihiştin Şerîaya Rojava.
Îsraîlê Xeze bombebaran kir
Îsraîlê bi hinceta “lîsteya dîlgirtiyên dê bên berdan nehatiye teslîmkirin” Xeze bombebaran kir.
Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
Prof. Dr. Franco Cavalli, diyar kir ku heta garantî neyên dayin, tu wateya banga berdana çekan a ji bo PKK’ê tê kirin nîne û got: “Abdullah Ocalan, aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e.”
Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
Hejmara kesên di şewata li bajarê Los Angelesê ya DYA’yê de jiyana xwe ji dest dayin derket 24’an.
Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
Di şewata li Los Angelesê de ku bi roja ye didome, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayin derket 16 kesan.