MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Rêveberê MED-DER’ê Halîl Îbrahîm Taş bal kişand ku di pêvajoyeke ku zext û bişaftin berdewam dikin de 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pêşwazî dikin û bang kir ku li dijî pişaftinê her kes dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

MED-DER û Partiya Çepên Kesk bi boneya 15’Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahî li dar xistin. Di şahiyê wiha hat gotin: “Pêwist e ku em zimanê xwe li her qadê bi pêş bixin, xurt bikin û bikin zimanê fermî, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyeke pêşketî û li her derê jiyan û cihanê belav bikin.”

Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da

Hunermend Rojdayê têkildarî mihrîcana muzîkê ya bi sponsoriya Şaredarê Bazîdê Yildiz Acar ku ji HDP’ê hatibû îxrackirin û Holdînga Dosso Dossiyê daxuyanî da û got ku dê tev li nebe.

NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj

NÇM’ê bang li hunermend Rojda û Mistefa Bazîdî ku dê beşdarî bernameya Holdînga Dosso Dossî bibin kir û got: “Em naxwazin ku tu hunermendên kurd bibin amûrên van polîtîkayên qirêj.”

Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket

Antolojiya helbest û çîrokên nivîskarên di zindanan de ya bi navê "Rabûna Berî li Gulberojan" bi piştevaniya PENa Kurd hat weşandin.

Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir

Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn ku wê heta 12’ê Gulanê bidome, dest pê kir. Senatorê Parîsê Remî Feraûd di vekirinê de axivî û got: “Şaredariya Parîsê ya 10’emîn mala kurdan e. Li şaredariyê pêşwazîkirina merasîmeke wiha, rûmet e.”

Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê

Helbestvan Ferhat Merdê jî bi helbesta “Dengê xwe bidin xwe” piştigriya Partiya Çepên Kesk kir. Merdê di helbestê de bang li her kesî dike ku li dengên xwe xwedî derkevin.

Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin

Mûzîkjenên kolanan ên stranên bi kurdî dibêjin û Cadeya Îstîklalê lê hatiye qedexekirin, qedexe protesto kirin.

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir. Şanoya Bajar dê bi 3 lîstikan û mêvan jî bi 6 lîstikan derkevin pêşberî temaşevanan.

18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike

18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike. Di mîhrîcanê de dê 58 jê yên herêmî û 25 jî biyanî bi giştî 83 fîlm bên pêşandan.

Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê

Hunergeha Welat berhem ango strana “Li Herî Jorê” bi tevî klîba wê ve amade kir û weşand.

Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran

Pirtûka “Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin” ku ji helbestên girtiyê nexweş Erol Zavar û wêneyên Ozcan Yaman pêk tê, ji Weşanên Klarosê derçû.

Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin

Li Cizîrê berhemên dîrokî bi tirkî û îngilîzî tenê tên nasandin. Hevseroka Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîciyê bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Em xwedî li dîroka xwe derkevin û nehêlin ku tiştên me weke yên xwe nîşan bidin."

Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin

Şêniyên herêma Efrînê bi dirûşmeya “Êzdatî nasnameya me ye, çand e, dîrok û berxwedan e" Çarşema Sor pîroz kirin.

Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin

Li Midyadê êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.

< 61 62 63 64 65 > Rupel 63 / 183