Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî her sal li gorî babetekê tê lidarxistin, dirûşmeya îsal weke “Jin jiyan azadî" diyar kir û ew ê mêvandariya filmên yek deqeyî yên derbarê berxwedana jinan de bike. Ew ê li ser navê sê jinên berxwedêr jî xelatan bide.
Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
Pirtûka helbestan a Rênas Jiyan a bi navê "Êvar Încas in Şev Kersele" ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Rênas Jiyan bi berhema xwe ya nû, hestên dayikên dilbikeser bi ser dilê xwe ve, hestên xwe jî bi ser dilên xwîneran ve diwerivîne.
Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
Çalakiyên Gerok MA'yê yên ji bo zarokên mexdûrên erdhejê yên Hatayê, piştî sê rojan li Taxa Tekebaşiyê bi dawî bûn.
Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
Li Hatayê çalakiyên Gerok Ma'yê yên ji bo zarokan didomin.
Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
Tîyatro Îmge dê bi lîstika “Navê min” ku çîrokeke xwe parastinê ye û lîstika bi navê “Mirin di xewê de bû” ku qala îşkenceya li girtîgehan û berxwedana li dijî vê tê dayîn dike di 13-14’ê nîsanê li Kadikoyê derkeve pêşberî şanohezan.
Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
Li Şirnexê bi boneya Cejna Çarşema Sor gorên şervanên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin.
Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
Koma Gerok MA li Îskenderûnê bi zarokên bûne mexdûrên erdhejê re hate ba hev û çalakiyên cur bi cur li dar xist.
Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
“Rojên Muzîkê yên Aryenê” ku ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryenê ve ji bo çanda kurdî bidin jiyîn hate lidarxistin û dahata wê diyarî mexdûrên erhejê hate kirin bi dawî bûn. Hunermendên beşdarî aktîvîteyê bûn, bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.
Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rêya sêyemîn hêviya milyonan e” derket.
Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
Encamên Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran ku her sal tê lidarxistin, diyar bû.
Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
Dêra Ermenan a Surp Gîragos ku di dema qedexeyên derketina derve ya Sûrê de ziyaneke mezin gihiştibûyê, piştî 8 salan Cejna Paskalyayê pîroz kir.
Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
Wênesaz û peykertiraş Ahmet Bostanci, armanc dike ku ji nifşên nû re bi hunerê behsa erdhejê û bandorên wê bike.
Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
Koma Sorjiyan di çarçoveya komxebata “Rojên Muzîkê yên Aryenê” de derket ser dikê û guhdarvan bi stranên xwe guhdarvan mest kir.
Li Wanê ‘Rojên Muzîkê yên Aryenê’ dest pê kirin
Rojên muzîkê ku ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryen a li Wanê xebatên xwe didomîne ve hat lidarxistin, duh bi şev bi konserekê destpê kir. Dahata aktîvîteyê wê diyarî mexdûrên erdhejê bê kirin.
Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
Medresa Sor a dîrokî tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin. Weqfa Hayratê alîkariya cîhadîstên li Idlîbê kiribû.