NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
NÇM'ê tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe ya bi navê "Çîrokên Xorasanê" bi coşeke mezin li dar xist.
Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
Li Mêrdînê di xebatên nûkirinê de yên li hin kuçeyên bajêr, berevajî kevirên ku di îhaleyê de hatine diyarkirin, kevirên ne li gor tevna dîrokî û yên erzan tên bikaranîn.
Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
Serlêdanên kursên kurdî yên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dest pê kirin.
Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
Çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ya NÇM'ê, ji aliyê Qeymeqamtiya Fatîhê ve hat qedexekirin.
Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
Yek ji damezrînerê Yenî Sahneya ji aliyê dilxwazan ve hatiye avakirin, Yakûp Selîmoglû destnîşan kir ku armanca wan ew e ku şanoya kurdî bigihije herkesê.
Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
Bi pêşengiya MKM’ê dê bernameya vegotina “Çîrokên Xorasanê” bê lidarxistin.
Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
Xebata restorekirina berhêma dîrokî Birca Belek ev sal û nîve hêj nehatiye xelaskirin. Li gel ku karekî pêşçav nayê kirin jî, destûr nayê dayîn ku gel biçe serdana bircê.
5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
5’emîn Rojên Ma Muzîkê, di roja xwe ya dawî de weke her car rastiyê eleqeyeke mezin hat. Di bernameyê de Kordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar xwest ku ew 50 salan wêdetir jî hunera xwe bigihînin zarokên welêt.
Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajêr a gelek agahiyên derbarê paytextê Swîsreyê Bernê tê de hate zêdekirin.
Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
Di 2'yemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Wêjekarên Kurd de Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle bûn hevserokên komeleyê.
Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
Ji aliyê jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin ve du pirtûkên helbest û çîrokan hatin amadekirin. Pirtûk dê di demeke nêz de bên çapkirin.
Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
Hunergeha Welat vê carê jî klîba “Li Qamişlo Li Ber Derî” bi temaşevan û guhdarên xwe re parve kir. Klîbek xweşik û balkêş e. Îbrahîm Feqe got ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike.
Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
Mamosteyê MED-DER’ê Hacî Ozkal, bi zaravayê kirmanckî 2 ferheng û 3 pirtûkên li ser rêziman,biwêj û pêşgotinan û romanek weşand. Xebat û berhemên Ozkal ji Weşanxaneya J&J’yê derçûn. Ozkal got ku heke berxwedan nebe wê ziman bihele û bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî.
Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
Şanoger Erdal Kaya bi stand-upê niha temaşevanan dikenîne û kêfxweş dike. Kaya yê ku di gelek lîstik û fîlman de bi rola xwe radibe diyar kir ku di stand-upa kurdî de valahiyek hebû û xwestiye vê valahiyê dagire û dibêje eleqeya temaşevanan ji bo stand-upa kurdî zêde ye.
Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
Bernameya 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi coşeke mezin dest pê kir. Di roja ewil Rojên Ma Muzîkî de ev peyam hat dayîn: “Hûn nikarin dengê huner û hunermendên kurdî qut bikin.”