Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên zimanê Kurdî dest pê kirine û ji bo xwedîderketina li Kurdî banga serlêdanê kir.
Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
Gulistan Al, li dijî qedexeya rêveberiya girtîgehê ya firçe û boyaxan, boyaxa solan û firçeyê ji ta yên pora xwe çêkirî bi kar anî û ev qedexeye bêwate kir.
1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ku bi hevkariya Şaredariya Cizîrê û KASED’ê tê lidarxistin, bi panela “Girîngiya govendê û ji hêla dîrokî ve cihê jinan ê di xebatên govendê de” dest pê kir.
Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 2’yemîn de berdewam e. Eleqeyeke zêde ya gel bo fuarê heye.
Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
Di Şahiya Jinan a bi dirûşma “Zimanê me, Çanda me, Hêza me” ya ku ji aliyê Şaredariya Şirnexê ve hat lidarxistin de, li qadê ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin.
Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
Rojnamevanê Yewnanî Nikos Aslanidis ê ku li ser sirgûn û qirkirina Rûmên Pontosê belgefîlm amade kiriye û dixwest biçe Tirkiyeyê, bi hinceta ku ew wekî "kesekî xeternak" tê dîtin, destûr nehat dayîn ku bikeve Tirkiyeyê.
Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
Jinên ku tevlî Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bûn diyar kirin ku gelê kurd naskirin, bi kurdî naskirinê destpê dike û gotin ji bo vê jî gavên şenbêr divê ku bên avêtin.
Ji Weşanxaneya Aramê 7 pirtûkên nû
Weşanxaneya Aramê 3 jê yên dîrokê û 2 jî roman bi giştî 7 pirtûkên nû çap kir.
Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
“Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo azadiya ziman dîrokî ye û banga seferberiyê ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî hat kirin.
Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
Nûnerên ol û baweriyan di komxebata zimanê Kurdî ya Wanê de bal kişand ser rola medreseyan a di pêşxistina zimanê Kurdî de û gotin ku divê li dijî qedexeya ser ziman li ber xwe bidin. Her wiha di xebatên ziman de xemsariya li hemberî zaravayê Kirmanckî jî hate rexnekirin.
Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
Di “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de têkiliya ziman a bi perwerde, tenduristî, koçberî û ekolojiyê re hate nîqaşkirin û hate gotin ku hewceye ziman di van qadan de were bikaranîn.
Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
Kesên tev li komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” bûn, bal kişand ser polîtîkayên înkar û pişavtinê û anîn ziman ku naskirina statuya Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye.
Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
Di rûniştina ewil a komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” de beşdaran bal kişandin ser girîngiya ziman û gotin: “Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe û bi zimanê xwe nenivîsinin, hûn ê tune bibin.”
'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
Endamê Komîteya Amadekar Heval Dilbihar di komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” de axivî û got: “Heta statuya Kurdî neyê naskirin, heta perwerdeya bi Kurdî neyê dayin dê ne aştî were ne jî aramî.”
Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
“Komxebata stratejî û polîtîkayên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî” sibe dest pê dike. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar diyar kir ku ew ê encamên komxebatê weke daxwaza zimanê Kurdî pêşkeşî îktîdarê bikin.
