Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
Weşanxaneyên bi zimanê Kurdî weşangeriyê dikin, bang li her kesî kirin ku di “9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê” de ku dê di 18-26’ê Cotmehê de bê lidarxistin, xwedî li berhemên Kurdî derkevin.
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
Mihrîcana Çand û Hunerê ya ji hêla Şaredariya Nisêbînê ve tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir. Di axaftinan de beşdaran bal kişand ser “Pêvajoya Civaka Demokratîk” û biryardariya di têkoşînê de vegotin.
Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
Lansmana 9’êmîn Fûara Pirtûkan a Amedê hate kirin. Di axaftinan de qedexeyên li dijî weşanên Kurdî hat rexnekirin.
Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
Baroya Wanê, OHD’ê û DADSAZ'ê xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî ya li qadên cemaweriyê bên rakirin û bibe zimanê perwerdehiyê.
Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê banga tevlibûna konsera Koma Amedê kirin ku piştî 30 salan di 25’ê Cotmehê de li Amedê tê lidarxistin.
Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
Nivîskar û hunermendên ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin diyar kirin ku berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî û divê dewlet sererastkirinên qanûnî bike.
Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
Şaredariya Nisêbînê dê di navbera 11-14’ê Cotmehê de “Mihrîcana Çand û Hunerê” li dar bixe.
Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
Ji perwerdekarên Navenda Muzîkê ya Egîdê Cimo Abdullah Yagmahan diyar kir ku qeydên sala nû ya perwerdeyê berdewam in û got ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê ji bo yek ji nivîskarên gewrê ya wêjeya Kurdî nivîskar Mehmet Uzun bernameya bîranînê li dar bixe.
Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
Mîhrîcana Dîrok Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê ya li Erxeniyê di roja 3yem de bi konsera hunermend Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû.
Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
Di Şahiya Gastronomî ya ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê ve hate lidarxistin de ji bo zarokan pêşbirka xwarinê hate lidarxistin.
Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
Dr. Îsmet Konak, bîranînên Mîralayê Rûs P.A. Tomîlov ên sala 1904’an der barê gera bajarên Kurdistanê û demografî, sosyolojî û mîmarî û zimanên ku li Amedê dihate axaftin wergerand.
Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
2'yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir.
Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
KON-DER a ku li navçeya Kulu ya Konyayê hatiye avakirin, dest bi qeydên dersên zimanê Kurdî yên asta yekemîn û duyemîn kir. Qeyd dê heta 15’ê Cotmehê bidomin.
Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
Li bajarokê Gundikê Melê zêdetirî 300 sal in di çarçoveya kevneşopiya “tamtamûkê” de sifre tê danîn. Bi sedan kes li dora sifreyê hatin gel hev.
