'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'

Nûnerên saziyên girêdayî Înîsîyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî diyar kirin ku divê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û gotin divê dewlet bi Kurdî re li hev were.

750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî

750 sazî, platform, înîsiyatîf, partî û derdorên civakî ku bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî, deklarasyona “Daxwazên Kurdan ên ji bo Kurdî” aşkera kirin û xwestin Kurdî bibe zimanê fermî.

Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in

Nivîskar û Wênesa Huseyin Ozsoy diyar kir ku her hewldaneke takekesî ku neherike nav kolektîvîzm û civakê û xizmeta dîrok û çandê neke, dê encam nede û got: "Rêya veguherandina rastiya kurd ji bo avakirineke bebriçav, rêxistinkirina xwe wekî civakê ye."

Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike

“Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava” ya bi temayên “Çîrokên Hevpar û Sînemaya Azad” ku diyariyê 283 zarokên Kurd ên di Komkujiya Sînamaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatibû kirin dest pê dike.

Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî

Sabîr Ebdulahîzad ku ji rojhilatê Kurdistanê hatiye Wanê û li wir bicih bûye, hezar û 224 termên hiqûqî di ferhengekê de berhev kiriye. Abdulahîzad, niha jî Peymana Navneteweyî ya Medenî û Siyasî li Kurdî werdigerîne.

Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye

Xebatkarê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanli, zextên li ser komeleyê nirxand û da zanîn ku bi hinceta "qanûna sûcan" 520 hezar lîre ceza li komeleyê hatiye birîn û got: "Sûcê esasî wan kiriye. Em ê li dijî van zextan têkoşîna xwe bidomînin."

Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin

Piştî 10 salan, Komeleya Ziman û Çanda Kurdî-Zana Araratê ku dê li ser ziman û çanda kurdî xebatê bike, li Agiriyê hat vekirin.

Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin

Di danişîna jinûvedarizandina weşanger Azad Zal de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, daxwaza cezayê hefsê hat kirin.

Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk

ndamê Awazê Çiya Delîl Demhat ê ku bi awazên xwe jiyana "çiya" digihîne civakê, got: "Ferdbûn dide windakirin, divê em di hunerê de komunalîteyê esas bigirin." Demhat, da zanîn ku ew dixwazin bi beşdariya Abdullah Ocalan pîrozbahiyeke mezin li dar bixin û got, "Ew roj ne dûr in."

Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn

Berhemên bi navê “1001 Peyvên Kêmnas Di Kurdiya Kurmancî Da” û “Jîyaneka Berevajî: Têbiniyên Li Ser Jiyanekê” yên Bahoz Baran, ji Weşanxaneya Wardozê der çûn.

Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin

16 komeleyên herêmî bi deklarasyonekê avakirina Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê ragihandin.

Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD

ZIWAN-KURD ku li Sêweregê bi piştevaniyeke komunal hate avakirin, armanc dike ku li dijî polîtîkayên bişaftinê têbikoşe.

Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide

Koma Amed ku piştî 30 salan li Amedê konsera ewil dabû, dê di 22’yê Mijdarê de konserê bide.

Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî

Mojgan Şêxî ku berhemên wê yên ji bo zarokan tên ecibandin, diyar kir ku ew kêfxweş e ku berhemên wê ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin.

Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî

Nadya Sevsat a ku ji bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê hat Wanê û bi hevjînê xwe re tekstên Kurdî amade dike, li malê bi zarokên xwe şanoya pirpitokî bi ruh û can dike.

< 2 3 4 5 6 > Rupel 4 / 183