Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
Nivîskar Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe ya nû ya bi navê “995 KM” ji bo xwînerên xwe îmze kir.
‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
Helbestvan-nivîskar Selîm Temo bi pirtûkek nû ya helbestê “112 Hesp û Xezelek” li pêşberî xwîneran e.
Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
Lîstika bi navê “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” cara ewil li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hate listîn. Listik ji hêla temaşevanan ve pir hate ecibandin.
Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
BOTAN-DER a li dijî polîtîkayên mêtingeriyê ev saleke xebatên xwe didomîne, dê li gorî serlêdanan, kargeh-dersên xwe yên nû bide destpêkirin. Hevseroka Komeleyê Beşîre Aslan got: “Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêzî dersan bibin."
Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
Wênesaz Abdulmutallep Gardî wêneyên jiyana jinan neqiş dike. Gardî wêneyên xwe ji Hewlêrê anî Amedê û li hewşa Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê heta 8’ê mehê nîşanî welatiyan bide.
Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
Muzeya Bîrê ya Ji Bo Edaleta Dîrokî ku hewl dide têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî de li hemberî bîra fermî bîrekê çêbike, bi pêşangeha xwe ya "Raborî îro ye" rastî eleqeyeke mezin hat.
Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê piştî 5 rojên têr û tije bi dawî bû. Sînamegeran û derhêneran di mîhrîcanê de bal kişandin ser şoreşa gelê kurd.
Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
Derhênera kurd Helîn Çelîk di panela roja dawî ya 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de axivî wiha got: “Divê di belgefîlman de mirov tenê li objeya xwe ya kêşanê temaşe neke. Divê mirov derfetê bide wan ku ew jî te temaşe bikin.”
Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
Kovara Jinê di berga xwe ya vê hefteyê de cih da endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku bi ser qetilkirina wê re salek derbas bû.
Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
Xebatkarên FîlmAmedê destnîşan kirin ku 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi kelecan û keyfxweşiye mezin didome û wiha gotin: “Tevî bêderfetiyan jî mîhrîcan bi serkeftî domiya û eleqeyeke pir baş a gel heye.”
Li Geverê konsera 'Vejîn'
Li Geverê bi dirûşmeya "Vejînê" konserek bi beşdariya bi sedan kesî hat lidarxistin. Hunermend Devrîm Demîr ku di konserê de axivî, got: "Dê çalakiyên me yên li dijî qedexe û zextan bidomin."
Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi bernameyeke têr û tije roja 4’emin jî li pey xwe hişt. Îro 9 belgefîlm hatin nîşandan.
Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
Di roja 4’emîn a Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” forûmek hat lidarxistin. Sînemager û derhêneran di forûmê de biryar girtin ku ji bo piştevanî û hevkariyê komîteyeke ku ji nûnerên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, ava bikin.
Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
Gerok Ma’yê di çarçoveya şahiya çand û hunerê de li Geverê kargeha zarokan li dar xist. Zarokên beşdarî kargehê bûn strîn û kêf kirin.
Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
Stranbêj Mesûd Gever bi meqamê Colemêrgê berhema xwe ya "Payîzok" weşand.