Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
Dema qala wêjeya kurdî tê kirin yek ji navên ji ewil tê bîra her kesî helbestvan û nivîskar Cegerxwîn e. Bi ser wefata seydayê Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn.
Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê eşkere bû.
Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
Hunermendê rapê Şerîf Omerî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê her kesî û wiha got: "Divê em bi hunera xwe hemû cîhanê ji vê tecrîdê haydar bikin."
Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
Seroka KASED'ê Devrîm Demîr ku di mîhrîcana jinan de axivî, diyar kir ku ew ê li ber êrişên desthilatê yên li ser çand, huner û zimanê kurd serî netewînin û got ku ew ê mîhrîcanên bi vî rengî bidomînin.
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn di 39'emîn salvegera mirina xwe de li Wanê hat bibîranin.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan ku bi dirûşmeya “Jina Azad, Hunera Azad” li Êlihê tê lidarxistin bi pêşengeh, panel û nîşandana fîlman dest pê kir.
Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
Li navçeya Cizîrê çanda kevnare ya danûkan ku her sal tê lidarxistin, îsal jî hat lidarxistin.
Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
Îlhan Samî Çomak ku bêyî delîl û darizandina dadî 29 sal in di girtîgehê de ye, pirtûka wî ya kurdî derçû.
Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
Dê li Êlihê di navbera 21-22'yê Cotmehê de bi dirûşmeya "Jina Azad Hunera Azad" Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bê lidarxistin.
Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
Kargeha Çîrokên Afirîner ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER’ê ve hat amadekirin, li Zarok Ma’yê hat lidarxistin.
Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
Fîlmê “Li Sûrê Devran” ku serpêhatiya 3 ciwanan vedibêje îro dikeve vîzyonê.
Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
Derhênera kurd Hêlîn Çelîk bal kişand ser têkiliya jinan û sînemayê û got: “Me têgeha 'jin' di civakê de fetisandî ye, heke jin xwe eşkere bikin û baş bînin ziman, li şûna mexdûriyetê dê xwedî hêz bin.”
Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK) û MED-DER dê ji bo zarokan li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar bixin.
Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
Derhênerê belgefîlma “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl” Celîl Badikanli, behsa belgefîlma xwe kir û wiha got: “Çêkirina belgefîlman ji bo neteweya kurdan berpirsyariyek e û malbata Celîl jî ji bo kurdan kedeke mezin daye. Lewma min xwest vê belgefîlmê çêbikim.”
Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
Mîhrîcana ku Komeleya Kolana Hunerê ya li Ofisê bi dirûşmeya “Em xwedî li çand, huner û kolana xwe derdikevin” li dar xist, bi konsera hunermend Sasa bi dawî bû.