Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
Zarokên li Arsîsayê tev li qursa kurdî bûn mezûn bûn.
2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
Komeleya Ekolojiyê bernameya 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk li dar xist.
Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
Nivîskar û rojnameger Roza Metîna dê sibê li Amedê pirtûka xwe ya bi navê "Guliyên Ji Bêhna Şimamokan" îmze bike.
Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
Komeleya AVESTA dê di 1'ê cotmehê de dest bi kursên kurdî bike. Serokê komeleyê Alî Yalçinkaya ji bo xwedîderketina li zimanê zikmakî bang li her kesî kir ku serî li kursan bidin.
KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
KASED dê di 4'emîn salvegera damezrandina xwe de li baxçeyê Zarok Mayê konserekê li dar bixe.
Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
Albûma “Şer” ku 15 komên muzîkê tê de stranekê dibêjin derket. Muzîkjenê kurd Kemal Yildirim têkildarî albûmê wiha got: “Ji hunera takekesî ya pêş ve diçe re bû bersivek. Me xwest karekî kolektîf û komînal bikin.”
Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
Bi ser koça dawî ya hunermenda kurd Merziye Ferîqî re 18 sal derbas bûn, lê hîna jî dengê wê di dil û mejiyê her kesekê de xwedî cihekî taybet e. Hunermenda kurd Merziye bi deng, awaz û hunera xwe şoreş û evîn gihande hev.
Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan a bi organîzatoriya KAYY-DER’ê li Stenbolê hate lidarxistin. Gelek kes tev li mîhrîcanê bûn û li dijî pişaftina çandî banga piştevaniyê hate kirin.
Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
Hunermend Ridvan Îbrî ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek amade kir û wek klîbekê belav kir.
Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
Hevalên hunermendê kurd Beytocan ku 4 roj beriya niha çû ser dilovaniya xwe, destnîşan kirin ku Beytocan hunermendekî afirîner bû û di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye.
Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
Kurdên li Stenbolê, diyar kirin ku dixwazin zarokên wan bi zimanê zikmakî bên perwerdekirin û doza perwerdehiya bi kurdî kirin.
Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
Ma Musicê hem wek mala xwe dibînin hem jî kargeh û navenda wan muzîkê ye. Hem li Ma Musicê fêr bûn hem jî niha bi sedan şagirtan fêrî muzîkê dikin. Armanca wan mezin ew e ku zarokên kurd bêmuzîk û bêstran nehêlin.
Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
Lîstika Yenî Sahne ya ji pirtûka “Kadindan Konuşalim” a Dario Fo bi navê “Jina Qelew” adapteyi şanoyê hatiye kirin dê di meha îlon û cotmehê de li gelek bajaran were lîstin.
Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
Pirtûka Bermal Çem a bi navê "Çemê Stranan" derket. Çem bi gotina, “Bila gerdûn bê stran nemîne û her berbangê bi lêgerîna heqîqeta notaya azadiyê we hembêz bike” dest bi pirtûkê dike.
Dê qeydên ji bo kursên NÇM'ê heya dawiya îlonê bidomin
Hunermenda NÇM'ê Zehra Sûyû bilêv kir ku dê serlêdanên wan ên ji bo kursên muzîkê heya dawiya îlonê bidomin û li dijî qirkirina çandî û asîmlasyonê bang li her kesî kir ku tev li kursan bibin.