Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan

Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ ya wenekêşê bergeyê Husamettîn Bahçe ji weşanên J&J’yê derket. Bahçe, destnîşan kir ku ew bi daxwaza pêşdarazên li dijî baweriya êzidiyan kêm bike û jiyana êzidiyan ya olî û civakî bi wêneyan raxe li ber çavan.

Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket

Hejmara 213’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Mifteya serkeftinê têkoşîn e” derket.

Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin

Li Êlihê pîrozbahiya Serê Salê bi tevlibûna bi hezaran kesan hat lidarxistin.

Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin

Komeke ciwanan li Mêrdînê kolan bi kolan geriyan û Serê Salê pîroz kirin.

ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir

ANKA-DER’ê di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê de serdana malên kurdan ên li Enqereyê kirin.

Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
Amed xwe ji Serê Salê re amade dike

Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mehmet Alî Taşçi yê diyar kir ku li Amedê xwe amade dikin Serê Salê bi hin cure aktîvîteyan pîroz bikin wiha got: “Naveroka aktîvîteyên têr û tejî ye. Dê çend surprîzên me jî hebin.”

Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ji bo serdema nû ya perwerdehiyê dest bi qursên nû dike. Rêveberê komeleyê Muhyettîn Dûymak bang li her kesî kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.

Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin

Rêveberê Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê Mahsûm Karakoç ji bo serlêdanên qursên zimên bang li farqîniyan kir û wiha got: “Ziman şitla welêt û civakê ye. 15’ê vê mehê qursên me dest pê dikin. Werin xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir

Hunermendê kurd Kasim Taşdogan anî ziman ku bi strana xwe ya “Ziryanim” hewl da tiştên di komkujiya Şengalê de qewimîne û dengê girtiyan ragihîne û wiha got: “Ez vê stranê diyarî Şengalê û têkoşîna girtiyên bi salan e tên ragirtin dikim.”

‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'

Perwerdekarê Ma Muzîkê Ferhat Ertaş diyar kir ku bi polîtîkayên bêbîrkirinê yên li ser kurdan tên meşandin asîmîlasyon kûrtir bûye û bang li kurdan kir ku li dijî vê xwedî li çanda xwe derkevin.

Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê

Perwerdekara Ma Muzîkê Nûdem Tekîn diyar kir ku wan bi pirtûkên xwe yên rêbaz û rîtmê tiştekî nû afirandiye û got: "Perwerdehiya bi zimanê dayikê li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke mezin e."

Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin

Ji bo pirtûka “Nîsanê” ku helbestên rojnamevan Nagîhan Akarsel lê hatine berhevkirin, aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin.

Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye

Endamên koma muzîkê ya bi navê Vodvil ku salek berê ji aliyê xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê ve hat avakirin, destnîşan kirin ku ew dengê ciwanan e ku dewlet û pergal hewl dide wan dejenere dike û ji têkoşînê dûr bixe û gotin ku dê bi muzîkê li dijî hemû êrişan rabin.

Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû

ŞanoWanê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir.

Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû

Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derhênerê dîmenê Mensûr Kerîmeyan jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Komîna Fîlm a Rojavayê Nûman Yîgît derbarê Kerîmiyan de wiha got: “Mensûr hem evîndarê gelê xwe hem jî evîndarê hunera gelê xwe bû.”

< 45 46 47 48 49 > Rupel 47 / 183