DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku heke zimanê kurdî nebe kurd û Kurdistan jî nabin û wiha got: “Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.”
Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
Bi pêşengiya ARÎ-DER û Egîtîm Senê bi navê “Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê” pêşandeya çîrok û dengbêjiyê hat lidarxistin.
Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
Rêveberên MED-DER'ê diyar kirin ku ji bo serlêdanên qursên zimanê kurdî yên serdema nû tenê 3 roj mane û xwestin her kes serî li van qursan bide.
NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
NÇM, ji bo piştgiriyê bide “Meşa Mezin a Azadiyê” ya di 1’ê sibatê de ji 2 baskan ve hatiye destpêkirin, dê du şahiyên gel li dar bixe.
Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
ANKA-DER'ê ji bo heyama nû ya zimanê kurdî û her wiha ji bo qursên erbane, baxleme, resm û gîtarê jî dest bi qeydan kir.
Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
Li Amedê ji bo girtiyên siyasî lîstika şanoyê ya “Mirin di Xewê de bû” hate lîstin.
ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir.
Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
Hejmara 48’an a Kovara Jînê bi manşeta “Bajarê bi berxwedana jinan rizgar bûy: Kobanê” derçû.
'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
Lîstika Şano Arê ya bi navê “Qral û Travîs” li ser dîka Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin.
Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
Li Silopiyayê jin li dijî qirkirin û asîmîlasyona çandî tên cem hev û çanda kevnare zindî dikin. Jinên ku yekane armanca wan ew e ku destkariya jinan nedin jibîrkirin, xwestin ku jin xwedî li çand û hûnera xwe derkevin.
Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
Derhênerê lîstika bi navê “Qral û Travîs” Yakûp Selîmoglû ku Qeymeqamtiya Panosê nehişt were lîstin, destnîşan kir ku ew ê li dijî qedekirinan, ji bo pêşxistina hunera kurdî hilberînên xwe bidomînin.
Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
Aktîvîteya Serê Salê ya Komeleya Sanatoliyayê li dar xist rastî eleqeyeke zêde hat. Di aktîvîteya bicoş hate pîrozkirin de, ji bo sala nû bibe wesîleya aştiyê, banga piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê hate kirin.
Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
Hejmara 47’an a Kovara Jînê bi manşeta “Têkoşînên jinan ên rejîma tecrîdê ya netewe dewletan dişikîne” derket.
Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
Wênesaz Enver Şahîn diyar kir ku ew pirsgirêkên gelê kurd di tabloyên xwe de xêz dike û got ku xeyala wî ya herî mezin bi wêneyên rojnamevanên hatine qetilkirin vekirina pêşangehekê ye.
KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
KASED bi navê “Têkoşîna Jinan ya di Qada Çand û Hunerê de” komxebatê li dar dixe. Seroka KASED’ê Salîha Ayata di komxebatê de destnîşan kir ku jin ji berê ve li dijî sînorkirin, qedexe û nêzîkatiyên hunerê yên zilam, têdikoşin û got: “Taybetî jî jinên kurd têkoşîneke bêhempa dan.”