Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê DTSO û Fûarvaniya Eylulê ve dê di navbera 16-24'ê kanûnê de li Amedê bê lidarxistin, sibê dest pê dike.
Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
Kemal Yildirim diyar kir ku ji bo çand û muzîka kurdî bi awayekî akademîk pêş bikeve Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo vekiriye û ji bo qeydên beşên li dibistanê bang kir.
Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
Ferat-Der ku li Semsûrê ji ber erdhejê navber dabû xebatên xwe, piştî demekê li Semsûrê perwerdehiya zimanê kurdî da destpêkirin.
ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet konserek li dar xist. Di konserê de hunermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê.
NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
NÇM dê bi boneya 32’yemîn salvegera xwe bi dirûşma “Roja Azad, Hunera Azad” konserekê li dar bixe.
Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
Danasîna mîrateya dîrokî û çandî ya Amedê, li Fûara Îzmîrê hate kirin.
Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
Xebatên atolyeyê ya di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” ku gelek hunermendên jin û hunerhez aniye ba hev, didomin. Nîgarvan Neşe Toprak diyar kir ku dê piştî atolyeyan pêşangehê vekin û banga tevlibûnê li jinên ciwan kir.
Kovara Jinê bi berga ‘Karesat jî di nav patriyarkayê de ne’ derçû
Hejmara 40’an a Kovara Jinê bi berga “Karesat jî di nav patriyarkayê de ne” derçû.
Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
Lîstika “Çinûr” ya drama û yekkesî ku şanoger û derhêner Nazmî Karaman tê de dilîze, promiyera xwe li Şanoya Bajêr a Amedê kir.
Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
Pîrozbahiya ji bo merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo rastî eleqeyeke mezin hat.
Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
Derhêner û şanoger Nazmî Karaman ku dê promiyera lîstika xwe ya bi navê “Çinûr” bike destnîşan kir ku şanoya kurdî piranî li ser komediyê derbas dibe û ji bo lîstika xwe ya nû wiha got: “Çîrokeke kurdî ye û me xwest îcar bi cureya dramê û yekkesî be.”
Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
Dengbêj Xalîde ya di aktîvîteya ku Jîn Art Hunerê de cih girt, diyar kir ku li dijî tunehesibandina jinan dê dest ji têkoşînê bernedin.
Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
Xebatên projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” a komxebatên çand û hûnerî dê li Wanê di meha kanûnê de dest pê bikin.
Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
Şanoya Bajêr a Amedê dê lîstika xwe ya bi navê “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” sê rojan li navçeyên Ataşehîr, Avcilar û Şîşliyê yên Stenbolê pêşkeşî şanohezan bike.
Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
Rêveberê Pargînê ya di bin banê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser de xebatên çandê dike, Îbrahîm Feqe diyar kir ku ew bi xebatên Pargînê dixwazin kevneşopî, çand û dîroka civakê ya komînal lêkolîn bikin, biparêzin û derbasî nifşên nû bikin