Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê, di roja 7'emîn de bi eleqeyek xurt berdewam dike.
Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
Sînemahezên ku Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ji nêz ve şopandin, diyar kirin ku ew dixwazin festîvalên bi vî rengî bêtir li Amedê bên lidarxistin.
Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
Di roja şeşemîn a 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê de, 18 fîlm hatin nîşandan. Temaşevan û derhêner piştî fîlman gotûbêj kirin.
Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
Derhêner Devrim Tekînoglû ku bi belgefîlma xwe ya "Ra" bal kişandiye ser asîmîlekirina baweriya Elewiyan, got ku hewl tê dayîn ku baweriya ku gelê Dêrsimê bi baweriyeke din were guhertin.
Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
Derhênerê fîlman Mîral Kilo yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi fîlma xwe ya "Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû" bal kişand ser koçberiya Kurdan a li Efrînê û got: "Werin em têbikoşin da ku Efrîn, bajarê şaxê zeytûnê, bibe sembola aştiyê, bibe bajarê aştiyê."
Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
Bawer Erîşen ê ku pirtûka wî ya "Sembolîzm" bi zimanê Kurdî hatiye weşandin, bandora tevgera sembolîzmê ya ku di sedsala 19'an de li Fransayê derketiye holê, li ser wêjeya Kurdî vedikole.
Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
Endamên Civaka Kurdî ya Eskişehirê, bertek nîşanî astengkirina qursên zimanê Kurdî dan û gotin: "Zimanê me rûmeta me ye, nasnameya me ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî nayê astengkirin."
Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
Derhênerê fîlmê "Aysha" yê ku gelek xelat wergirtine û ji bo 95'emîn Xelatên Oscarê bûye namzet, Cengîz Akaygun got, "Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê."
Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
Di roja 3'yemîn a 3'yemin Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm û belgefîlm hatin nişandan.
Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
Organîzatorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê Yasir Irmak, der barê girîngiya avakirina zimanekî hevpar di festîvalan de, got: "Bi saya festîvalên bi vî rengî yên mezin, bi berdewamî zimanekî hevpar dikare bê bidestxistin."
Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
Akademiya Hunerê ya Bilind a Jinan a Hîlala Zêrîn ku sala xwe ya yekem temam kir, bi perspektîfa Jineolojiyê navendeke hilberîna hunerî ye. Rêvebera Akademiyê Evîn Paşoyê diyar kir ku armanca wan ew e ku heqîqeta hatiye berevajîkirin derxin holê û bang li hunermendan kir ku "ezmûnên xwe parve bikin".
Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
Belgefîlmê Hemo yê ku keça xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kiriye û di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê lîstiye, hat kişandin. Derhênera belgefîlmê Dîcle Arjîn e ku di fîlmê Kobanê de rola Zehra Penaberê lîstibû û di fîlmê de Hemo dikuje.
Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî, diyarî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk hat kirin.
Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
Saziyên ziman, ZIWAN-KURD, ANKA-DER û MED-DER’ê ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin, li Sêweregê çalakî li dar xist.
Navnîşana sînemaya azad
Komuna Fîlm a Rojava bi dehan fîlm û belgefîlmên ku di 10 salan de çêkirin, ronî da şoreşê. Hevserokê Komunê Nûman Yîgît diyar kir ku armanca wan ew e bibin "dengê gel û şoreşê" û bang li sînemagerên Kurd kir ku tecrûbeyên xwe parve bikin.
