Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Dê pênûsa we nekeve erdê” derçû.
Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
Yek ji xemxurên ziman, çand û hunera kurdî Selîm Oremar ku li ser govend û stranên Colemêrg gelek xebat meşandiye, banga xwedîderketina li çand û hunera kurdî kir. Oremar, got: “Her straneke Colemêrgê di nava xwe de dîrokekê dihewîne.”
Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
“Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê” ku îsal cara sêyemîn tê lidarxistin, bi serdana meqamê Kaniya Xizir û parvekirina loqmeyan bi dawî bû.
Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
3’eymîn Festîvala Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike. Îro serdana gundan hat kirin û di serdanê de peyamên yekitiyê û têkoşîna li ber êrişên ser elewîtiyê hatin dayîn.
Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
“3’yemîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê” ku dê li navçeya Gimgimê 4 rojan berdewam bike, dest pê kir. Di vêkirinê de peyama piştevaniyê û bi hev re serkeftinê hate dayîn.
‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
Komeleya Wêjekarên Kurd bertek nîşanî zextên ser çand û hûnera kurdî yên li girtîgehan tên domandin da û di daxuyaniya xwe ya bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal parve kiriye wiha got: “Wê helbesta kurdî, wêjeya kurdî, zimanê kurdî, çanda kurdî û govenda kurdî her û her olan bide!”
Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
Li hemberî pirsa dayikeke kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” qenala youtubeyê ya bi navê Şemamok hate vekirin.
Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
Kreş û Malên Lênêrînê yên Biroj a Zarokistanê ku dê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetên pirzimanî bidin, ji bo sala perwerdehiya 2024-2025’an dest bi wergirtina qeydan kir.
Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên nû yên bi kurdî derçûn.
Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî, li dijî polîtikayên pişaftin û êrişên ser ziman, bi deklerasyoneke seferberiya zimanê kurdî îlan kirin û gotin: “Em ê li her qadekê, xebatên xwe bimeşînin.”
Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
ANKA-DER’ê bi serenavê “Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê” panel li dar xist. Di panelê de bal kişandin ser cihê zimanê kurdî yê di têkoşîna gel de.
Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
Rêxistina DEM Partiya Navçeya Qereyaziyê li dijî zextên li ser dawetan şahiya “govendê” li dar xist.
Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
Li navçeya Depê li firoşgeha kincan Zanga Sê Rengî, ji fiyetên li ser etîketan heya bi nivîsên li ser poşetan her tişt bi kurdî ye.
Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
Weşanxaneya Aramê 6 jê bi kurdî, 4 jê tirkî, 3 jê werger û 3 jî çapa dubare bi giştî 16 pirtûk çap kir.
Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rapora ku der barê pêşnûmeya ku di civîna asayî ya Tîrmehê de hat qebûlkirin, ji bo standardîzekirina têgînên kurdî û têgehên pîşeyî yên ku li şaredariyan tên bikaranîn bi yekdengî qebûl kir.