Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
Endamên Koma Hevrayê ku behsa girîngiya govendên kurdî kirin, gotin: "Em bi her awayî xwedî li dîlanên xwe derkevin. Govendgerandin awayê berxwedana me ye."
‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê Alî Riza Bîlîr anî ziman ku gelê di ferqa qirkirina xweza û asîmîlasyonê de xwedî li mîhrîcanê derket û diyar kir ku mîhrîcanê ruhê piştevaniyê pêş xist.
Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi konserê bi dawî bû. Di konserê de bi govendên hatin gerandin re girtin û binçavkirinên di rojên dawî de bi hinceta govendê çêbûn hatin şermezarkirin.
Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
Li Mîhrîcana Mûnzûrê piştî aktîvîte û panelên di nava rojê de hatin lidarxistin meşa hawîrdorê hate lidarxistin.
Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
Avakarên beşdarî panela li ser hawirdor û madenê ya li Mîhrîcana Mûnzûrê hat lidarxistin bûn bal kişandin ser xeteriya ku ekosîstemê xera dike û gotin: “Aşkere ye ku têkoşîna herêmî wê bi ser nekeve. Pêwîste em têkoşîna ekolojiyê xurt bikin.”
Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
Şahiya zarokan a li Wanê ku eleqeyeke zarokan a zêde hebû, bi dawî bû.
Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
Nûnerên rêxistinên ciwanan ên beşdarî Mîhrîcana Munzurê bûn, di panela “Koçberî, xizanî û bêkariyê” de pirsgirêkên xwe û rêyên çareseriyê nîqaş kirin.
Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Hafizeya qirkirinê ya êzidiyan û avakirina pêşerojê” derket.
Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
Kesên tev li Mihrîcana Mûnzûrê bûne destnîşan kirin ku bi salan e li dijî polîtîkayên yekperestiyê têkoşînek heye û gotin: “Li cihekî jî her tim têkoşînek jî heye. Nikarin wê jî asteng bikin.”
Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
Sebahat Tûncel a di panela “Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike” de axivî, diyar kir ku meseleya bingehîn a li dijî zextan “teslîm bûyîn û nebûyîn e” û wiha got: “Em ê yek ji van her du tiştan hilbijêrin; an azadî yan koletî.”
Mîhrîcana Mûnzûrê: Têkoşîna bi talana xwezayê re berpirsyartiya herkesê ye
Kesên tev li Mîhrîcana Mûnzûrê bûn, bal kişandin ser talana xwezayê û wiha got: “Têkoşîna li dijî vê berpirsyartiya herkesê ye. Xweza ji herkesê re lazim e.”
Li Navenda Çandê ya Eyşê Şanê qurs dest pê dikin: Werin fêrî ziman û çanda xwe bibin
Li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê qursên gîtar, def, dengbêjî, tembûr, piyano û şanoyê roja duşemê dest pê dikin. Mamosteyê zimanê kurdî yê navendê Halîl Çaki da zanîn ku serlêdanên qursan bênavber bidomin û got: “ Bi beşdarbûna van qursan werin fêrî ziman, çand û hûnera xwe bibin."
Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di Mîhrîcana Mûnzûrê de axivî, bal kişand ser êrişên li dijî Herêma Kurdistanê û polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku sedsala 2’yemîn a Komarê bibe sedsala şer.”
Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
Li Jîn Art Huner a li Îzmîrê di qada çand û hunerê de xebatên xwe didomîne, qeydên qursan dest pê kirin. Her wiha bernameya wê ya meha tebaxê jî diyar bû.
22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
Starta 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dê sibe bê dayîn. Di mîhrîcanê de dê balê bikişînin ser êrişên li dijî xweza û çanda bajar.