Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan
Pirtûka helbestvan erd.agron bi navê “dîwana hestiyan” ji Weşanên Aryenê derket. Pirtûka “dîwana hestiyan” di helbesta kurdî de rengek nû xwe daye der. Helbestvan di helbestên xwe de li gel hemû zext, ceza û hewldanên çewisandinê jî behsa heyîna xwe dike û di helbesta xwe ya bi navê "aştî" de wiha dibêje: "(...) konek hat vegirtin/dîsa ji me re pir hat dîtin termên me û gelek hestiyên me hatin dizîn/gelo em ê çawa li hev werin?.."
Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin
Mamsoteyê 25 salan Mehmet Şîrîn Bûlgayê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, dudu jê bi kurdî û yek jê jî bi tirkî 3 pirtûk amade kirin. Bûlga dê dahata pirtûkên xwe bexşî "Fona Piştevaniyê" ya li ser navê endamên KESK'ê yên hatine îxrackirin hatiye vekirin bike.
Aram û Ava: Tev li fuarê bibin
Weşanxaneyên Aram û Ava di 11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê de ji bo xwendekarên xwe stant vekirin. Berpirsiyarên weşanan bang li xwîneran kir ku tev li fûarê bibin.
Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye
Yek ji damezrînerê koma Şanoya Araf ku 10 salin li Êlihê gelek lîstîkên kurdî pêşkêşî gel kir Murat Korkmaz, diyar kir ku şano amûrê azadiyê ye û rêya herî xweşik a lêgerinê ye.
Mala xwe kir muzeya sînemayê
Makînîst Sabrî Şenevî ku hewşa mala xwe veguherand muzeya sînemayê, bi hezaran afîşên fîlman û fîlmên mirovan ber bi rojên berê ve dibe. Fîlm bêyî bedel tên pêşandan.
Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê, ji bo huner hezan di meha Çileyê de bernameyek têr û tije amade kirin. Di tevahiya mehê de yek jê lîstika zarokan, dê 5 lîstik bên pêşandan.
Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
Yek ji nîşanên girîng ên Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney e. Saleke tabeleya sînemayê hatiye daliqandin, lê belê hîn jî sînema nehatiye çêkirin.
Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
Pala Huner a li Amedê xebatan dike, bernameya xebatan a meha Çileyê aşkera kir. Di meha Çileyê de dê 4 fîlm bên pêşandan û şevbuhêrkek helbestan bê lidarxistin.
NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
NÇM’ê wek her sal îsal jî ji bo 2018’an salnameya kurdî ji bo xwîner û şopînerên xwe çap kir. Di salnameyê îsal de jî giranî dane lîstikên zarokan, çîrokên biwêjan, şûnwarên dîrokî, portreyên kesan, berhemên wêjeya devkî û nivîskî û gelek xalên din ên ziman û dîroka kurdan.
Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
Mamosteyê zimanê firansî Mahmut Nurettin Medyelîogullari, piştî teqawît bû, li navçeya Sûrê dest bi teşekirina keviran kir û bi teşekirina keviran dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne û zindî dike.
Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
Hunermendên kurd diyar kirin ku, tevî hemû zext û zoriyan, sansur, desteserkirin, girtin û qedexeyan jî sala 2017’an saleke mişt bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye. Her wiha hunermend destnîşan dikin ku dema ku huner bibe cihê hêviyê huner e û ew ê di sala 2018’an de jî hewl bidin ku hunera xwe tevî gel îcra bikin û li ber xwe bidin.
Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
Nivîskarê sînemayê Çagdaş Gunerbuyuk da zanîn ku dê sala bê OHAL bandora xwe ya li ser perdeya spî bide nîşan, ji bo mîhrîcanên qedexekirî ev tişt got: "Wiha biçe dê di navbera merasîmên dewletê û mîhrîcanan de tu cudahî tune be."
Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
Hunermend Baran Bozyel “qedexeya derketina derve” ya li Cizîrê bi strana “Cizîr” vegot.
Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam
Dengbêj Salih Ûltar ê her dem bi sitranan qala Komkujiya Geliyê Zîlan dike, niha jî çîrok û serpêhatiya dayika xwe ya ji komkujiya Zîlanê rizgar bû kirin kilam.
‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin
Weşanxaneya Lîsê 3 jê helbest, 2 jê roman û yek jê jî folklor 6 pirtûkên nû çap kirin. Lîsê romana Erebê Şemo “Berbang”ê ji nû ve çap kir. Şemo di sala 1957’an de ev roman nivîsandiye.