Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
Wênesaz Ayşe Gîrgîn wêneyê xwe di pêşengeha bi navê “Ji bo dîtin û fêmkirinê nêz bibe, pişt re…” anî ba hev. Gîrgîn di qewimînên serdema qedexeya derketina derve de jî kir tuale û got bi xêzkirina wêneyan ew pêdiviya civakê ya ji bo aştiyê vedibêje.
Şakirî bi rêyên qaçaxî albuma xwe dişîne welat
Hunermendê kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Yedê Şakîrî, bi guhdarkirina Hesen Zîrek dest bi rêwîtiya xwe ya muzîkê dike û hêj ev rêwîtî dewam dike. Şakirî di nava şer û zextan de mezin bûye, ji ber qedexeyan nikaribû albuma xwe li welatê xwe derxe, li Stenbolê derxist. Şakirî dê bi rêyên qaçaxî albuma xwe bişîne welat.
Weşanên Aryenê 2 pirtûkên din ên çîrokan weşandin
Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû çap kirin. Pirtûk bi çeşnê xwe çîrok in û bi kurdî û tirkî ne. Çîrokên pirtûkan bal dikişînin ser jiyana mirovên vê xakê.
Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin
Helbestvan Rêdûr Dîjle gotina Schiller "Huner çi qasî ji aliyê azadiyê ve bê mijandin ewqasî mezin dibe" bi bîr xist û got: "Divê têkoşîna rûmetdar a nifşê herî berxwedêr û demokratîk ê sedsala 21'an bi awayekî herî karîgeriyî bigihê pênûs û helbestê, da ku helbest, huner li vê erdnîgariyê êdî bi awayekî azad bê îcrakirin."
'Sirûda Şoreşê ya Gelan' dê di kongreya HDP'ê de bê gotin
Hunermendên NÇM, BEKSAV,YÇKM û Navenda Huner û Çanda Golgeyê hatin gel hev û "Sirûda Şoreşê ya Gelan" gotin, dê care ewil di 3'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de bê xwendin.
Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
Endamê Duvara Karşı Tiyatro Topluluğu (Civaka Şanoyê ya li Hemberî Dîwar) Vedat Kuşku, da zanîn ku li dijî hegemonyaya desthilatdariyê her serdem hunermendê xwe diafirîne û wiha got: "Em winda bikin jî em ê dîsa dest pê bikin, lê ew têk biçin ew ê ji dîrokê paqij bibin."
'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
Helbestkar Sabrî Vural bi nivîsandina helbesta “Efrîn” balê dikişîne ser rengîniya Efrînê û bêdengiya cîhanê ya li dijî Efrînê rexne dike. Vural got pêwiste nivîskar, helbestvan, hunermend û rewşenbîrên kurd trajedî û jenosîda li Efrînê bibînin û piştgiriyê bidin Efrînê.
‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
Endamên Koma Helbestê ya Amedê di vê şevbêrka xwe ya helbestê de behsa serpêhatiya helbestvan Cegerxwîn kirin û helbestên wî xwendin. Nivîskaran û helbestvanan got ku Cegerxwîn evîndarê welat bû û ji her cihê lê geriyaye sûdê wergirtiye.
Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû yên NÇM’ê ji bo zarok zimanê xwe dayikê ji bîr nekin lîstika bi navê “Gûstêrk” amade kirin. Lîstik dê di 18’ê Sibatê de li Navenda Çanda Golge ya Esenyurtê bêpere bê pêşandan.
Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
Ekolojîst Erol Çirak, bal kişand ser warên dîrokî yên li Efrînê ji aliyê topbarana TSK'ê ve hat wêrankirin û wiha got: "Talana ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê kir îro AKP OSO li Efrînê dike. Ertugrul Barka jî anî ziman ku di dîrokê de hemû talanker û dagirker bi heman hişmendiyê tev digerin.
Hikumeta AKP'ê strana ‘Nêçîra Roviyan’ qedexe kir
Klîba strana “Nêçîra Roviyan” a hunermend Sefqan Orkeş ku li ser berxewdana Efrînê çêkir, ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve li tevahiya Tirkiyeyê hat astengkirin.
Li Erziromê dê yekem car fuara pirtûkan vebe
TUYAP di meha Gulanê de, dê cara yekemîn li Erziromê fuara pirtûkan veke.
Pirtûkek ji ‘hundir’: Xeyalbêj
Pirtûka “Xeyalbêj” a Îlhan Dayan ê 25 sal in girtî ye derket. Dayan ê di pirtûka xwe de kesên di qedexeyên derketina kolanan de ji bîr nekir, diyar kir ku bi helbestan êşa dilê wî kêmtir dibe.
Dansa 'Hêk' çi vedibêje
Hunermendên Koma Dansê ya Navenda Çanda Mezopotamya bi lîstika dansê 'Hêk' a têkoşîna girtiyên li Zindana Amedê ya Hêjmar 5'an a di navbera jiyan û mirinê de vedibêjin derket ser dikê.
'Komkujiya Kerboranê' bi belgefîlma 'BÎR'ê bibîr xist
Derhêner Veysî Altay, komkujiya Kerboranê ya di 30'ê Cotmeha 1995'an de pêk hat û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi belgefîlma "BÎR"ê bi bîr xist.