Lîstika Palyaçoyê Wenda nebaşiya şer ji zarokan re vedibêje
Lîstika Palyaçoyê Wenda nebaşiya şer ji zarokan re vedibêje

Derhêne Halîl Karakoyun, got bi lîstika Palyaçoyê Wenda armanca wan ewe nebaşiya şer vebêjin û şanoya bi zimanê dayikê ji bo zarokan pêşkêş bikin.

Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, di 36'emîn Kongreya Asayî ya Giştî ya ‘Adalet û Cesaret’ê de diyar kir ku mafê gel ê berxewdanê heye. Berê pirsgirêka kurd hebû, niha pirsgirêka aborî, perwerdehî, polîtikayên derve û demokrasiyê lê zêde bû. Çareseri li meclîsê ye.

Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye

Lîstikvan Orhan Aydin destnîşan kir ku zextên îro ên serdema 12'ê Îlonê derbastir kirine û got: "Heke em bi rêxitinkirî bin, dê ev êrîşên faşîzan, sansur û qedexe ji holê rabin."

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand

Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha Sibatê daxuyand.

Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe

Dêra Kizil a li Taxa Mihrîpat a navçeya Westanê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ev dêr jî wek gelek dêran li dijî hilweşandinê li ber xwe dide.

'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’
'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’

Şanoger Volkan Çikintioglu diyar kir ku peyama lîstika “Tenê Dîktator (Sadece Dîkator)” a şanoger Bariş Atay gihîştiye tevahiya Tirkiyeyê û ji bo Amedê jî got: “Tişta min ji hewaya bajêr hîs kir, ev der li dijî OHAL’ê hin bêtir bi hêvî tevger dike.”

Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin

Derhênerê Sînemayê Yusuf Çetîn, diyar kir ku çand û huner di heman demê de muxalefeta li dijî pergalê ye û wiha got: "Dewlet dixwaze çand, huner û sînemayê li gorî polîtîkayên xwe bi teşe bike û têxe xizmeta xwe. Ger ku tu nexwaze sînemayê li gorî pergalê pêş bixe, xeta sor bi ser te dixin."

Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin

Ciwanên ereb ên li Mêrsînê dijîn, ji bo çanda û hunera wan tune nebe bi pîrozbahiyên Ras-El Senî (serê salê) tên gel hev.

Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin

Yekîneya Gorulmuştur û Koma Redfotograf dê xeyalên 60 girtiyan di pêşengeya “Ji hundir Derve Wêne-Xeyal nayên girtin" de bigînin hunerhezan.

Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin

Belgefîlma bi navê "Taş Dugmeler" a li ser Serhildana Qoçgiriyê û ji aliyê Medet Dîlek ve hatiye amadekirin, wê li Tirkiye û Ewropayê bê pêşandan. Wê belgefîl ewil li mîhrîcanên Ewropayê bê pêşandan û paşê jî li Tirkiyeyê.

Bariş Atay: Ji bo lîstikê em ê li rêyê nalternatîf bigerin
Bariş Atay: Ji bo lîstikê em ê li rêyê nalternatîf bigerin

Lîstikvan Bariş Atay diyar kir ku qedexekirina lîstika "Sadece Dîktator" (Tenê Dîktator), tengkirina qada şanoya polîtîk e, ji bo xwe bigihînin hemû temaşevanan dê serî li rêyên alternatîf bidin.

Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e
Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e

Nivîskar Ronî War destanên kurdî yên ku dengbêjan bi kilamên xwe anîne heta îro, dike mijara pirtûkên xwe. War diyar kir ku kilam dîrok û mêjiyê civaka kurdan e û xwest ku bêtir li vê çandê xwedî bê derketin.

Çîrokek Dersimê: Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil
Çîrokek Dersimê: Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil

Girtiya siyasî ya 25 salin girtî ye Nibel Genç bi pirtûka "Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil (Mısır Koçanlarını Kızartan Koku) derket pêşberî xwînerê xwe.

Bandora OHAL’ê ya li ser wêjeyê: Em bi hilberînê bersiv bidin
Bandora OHAL’ê ya li ser wêjeyê: Em bi hilberînê bersiv bidin

Berdevkê Kovara Tîrojê ya bi KHK'ê hat girtin yê Amedê Reşo Ronahî, diyar kir ku OHAL'ê bandoreke cidî li ser wêjeya kurdî kiriye, divê di vê pêvajoyê de bi hilberîna zêde ji vê re bibin bersiv.

‘Krîza aborî bandorek neyêyî li ser fûara pirtûkan kir’
‘Krîza aborî bandorek neyêyî li ser fûara pirtûkan kir’

11'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê îro bi dawî dibe. Xebatkarê KOR Kîtap Yayinlari (Weşanên Pirtûkan a KOR) Burhan Coşar, diyar kir ku krîza aborî bandor li ser kirîn û firotina pirtûkan dike, edîtorê Weşanên Aramê Ulaş Guldîken jî da zanîn ku xwendevan herî zêde pirtûkên qedexekirî dixwazin.

< 171 172 173 174 175 > Rupel 173 / 183