Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir

Pirtûkxaneya Lilavê ya bi zêdeyî 5 hezar cureyên pirtûkan xwe digîne gel, bi şahiyekê deriyê cihê xwe yê nû ji gel û xwîneran re vekir.

Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand

DMME'yê serlêdana ji bo Heskîfa dîrokî red kir. Serlêdêran bertek nîşanî vê biryarê dan û destnîşan kirin ku ev biryar wijdanê mirovan êşandiye.

Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan
Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan

Belgefîlma "Şeva Xîzê" ya behsa karkerên kot xîz dikin dike li Êlihê hat pêşandan. Derhênerê belgefîlmê Alî Ergul got divê yasayên pêşî li cînayetên kar bigire şert e.

'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'

Adnan Avci ku der barê zimanê lazî de lêkolînan dike, destnîşan kir ku bi salan e lazî hepsî metelokan û texlîtên devokî hatiye kirin. Avci, bilêv kir ku divê demildest zimanê lazî ji vê yekê bê dûrxistin û "îtibara" wê bê îadekirin. Kadîr Polat ê çeçen jî Tirkiyeyê şiband "Girtîgeha zimanan."

'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'

Şerîf Yilmaz ku li Semsûrê di bin banê DÎSA-DER'ê de perwerdehiya zimankê kurdî dide got: "Li hemû qadên jiyanê bi kurî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi kurdî bifikirin."

Meha pîroz a elewiyan: Xizir
Meha pîroz a elewiyan: Xizir

Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Nesîmî Aday, diyar kir ku di elewîtiyê de meha Xizirê meheke pîroz e û got: "Di vê mehê de tiştên xirab nayên kirin, xeberdanên nexweş nayên kirin. Kesên nelihev, li ser sifreya Xizir li hev tên."

Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen

21’ê Sibateke din jî nêz bû. Lê hîn jî zimanê bi milyonan kurdî, bi polîtîkayên tekparêz û asîmilasiyoneke hişk tê çewisandin. Bi boneya vê rojê, belkî jî tişta di cî de ev be, helbestkarê “Zimanê Kurdî” û sirûda kurdî Şikoyê Hesen ku bûye şahidê êş û azarên civaka xwe û bi 4 dîwanên qerase kuliyata helbesta kurdî û peyva kurmancî xweşiktir kiriye, careke din bê bibîranîn.

Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin

Mamoste Ayfer Aslan ku hêj biçûk bû fêrî tembûrê bû, piştî ku Kursa muzîkê vekir, niha gelek şagirtan perwerde dike. Aslan, têkildarî kursê got: "Piştî ez fêrî tembûrê bûm min bêtir xwe nas kir. Min xeyalê xwepêk anî û deriyê kursê li jinan vekir. Niha her ku diçe em zêde dibin."

Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî

Komên Xwendin û Helbestê yên Amedê di çarçoveya Roja Çîrokan a Cîhanê de bernameyek li dar xistin û li ser çîrokan gotûbêj hat kirin. Her wiha di bernameyê de Sêva Mêxikrêj jî hatin çêkirin.

Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole

Vedat Allak, piştî xebata xwe ya der barê qewl û qewlbêjiya êzidiyan, niha jî muzîk û rîtma dirûşmeyên ku kurd di çalakiyan de berz dikin lêkolîn dike. Allak, destnîşan kir ku wekî gelên din dengên xweser ên kurdan jî hene û ew dixwaze di çarçoveyeke zanistiyî de lêkolîn bike.

Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist

Chalak Events kargeha "Sêva Mêxekrêj" a ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de bûye remza evîn û aştiyê li dar xist.

Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin

Dadgehê li Derhênerê belgefîlma Nû Jîn Veysî Altay, bi îdaya "propaganda rêxistinê kirine" ceza birî. Derhêner Altay, diyar kir ku her çend ceza li wan bê birîn jî ew dê afirandina hunerê û karê hunerê berdewam bike.

Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin

Chalak Events 14´ê Sibatê bi minasebeta Roja Dildaran li Stenbolê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe.

Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê

Asoya Helbesta Kurdî ya ku li ser sepana telefonan xebatên helbestên kurdî birêve dibir dawî li sepanê anî û derbasî malpera înternetê bû. Rêveberên malperê di salvegera rizgarkirina Kobanê de dest bi weşanê kir û gotin armanca wan ew ku helbesta kurdî bigihînin her devera cîhanê.

Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir

Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek li dar xist û danasîna albuma xwe “Axpîn (Axa bi bereket)” kir. Aslan şevê bi stranên kirmanckî û bi awaza cura û gîtara xwe geş û xweş kir.

< 150 151 152 153 154 > Rupel 152 / 183