Mîhrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
Wê Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7'an di 26'ê Nîsanê de dest pê bike. Şanoger Yavûz Akkûzû, diyar kir ku ew li benda hemû şanohezan e.
‘Eger em têbikoşin wê Heskîf rizgar bibe'
Tê gotin wê di 10'ê Hezîranê de Bendava Ilisûyê avê bigire. Berdevkê Hewldana Heskîfê Ercan Ayboga, bilêv kir ku ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Me gelek caran da rawestandin, taloq kir. Em bawer dikin ku em ê careke din jî bi ser bikevin."
Bernameya 7’emîn a Mihrîcana Şanoya Amedê diyar bû
Bernameya Mihrîcana Şanoya Amedê ya 7’emîn ku îsal bê lidarxistin eşkere bû.
Encamên pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bûn
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê encamên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere kir.
Derhênerên fîlmên Penaber bi temaşevanan re hatin gelhev
Mîhrîcana Fîlmên Penaber a Navneteweyî ku gelek çîrokên cuda yên penaberan girtiye rojeva xwe berdewam dike. Derhênerên fîlman bi temaşevanan re hatin gelhev û tecrûbeyên xwe parve kirin.
Basimbarê êzidiyan bi ‘remza siyasî’ tê astengkirin
Êzidî her piştî 13’ê Nîsanê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî bi boneya xêr û bereketê bîne Basimbar ku ji benikên rengîn çêdikin li zend ango qevdika destên xwe girê didin. Êzidî dibêjin ku benikên Basimbar wek “remza siyasî” tê dîtin û ji wan re asteng dikin. Êzidiyan got ji ber vê yekê di deriyên gumrikê de pirsgirêk dijîn.
Êdî aştiyê xêz dike
Wênesaz Hasan Arslanê helebî ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji Helebê reviya û hat Dîlokê, niha li ser tuwalên xwe aştî û bedewiyê xêz dike.
Hejmara 3'yan a Derwazeyê derket
Hejmara 3'yan a kovara kurdî bo zanistên mirovî û civakî Derwaze ku di bin banê Weqfa Tahir Elçi ya Mafê Mirovan de tê weşandin, derket.
'Ji ber krîza aborî êdî kes nikare pirtûkan jî bikire'
- Weşanxaneyên tev li Pêşangeha Pirtûkan a 24'an a Îzmîrê bûn, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî pir kes pirtûkan nakire.
Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî derket
Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî bi naverokek dewlemend derket.
Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist
Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist. Guhdarvan û temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî konsere dan. Aslan stranên xwe yên kevn û nû gotin.
Hosteyê dawî yê palankeriyê
Li Xarpêtê tenê palankerek maye, ew jî Metîn Dalbûl e. Dalbûl, got: "Bi piranî koçer û kesên diçin zozanan palanan dikirin. Mişteriyên min ji min re dibêjin 'eger tiştek bê serê te, em ê çi bikin.'"
Li Londrayê ‘Xelata Azadiya Îfadeyê’ dan rojnameger Dogan
Index on Censorship, Xelata Azadiya Îfadeyê da rojnameger-wênesaz Zehra Dogan. Dogan xelata xwe diyarî Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Pêşangeha girtiyan 'Duvarlari Aşan Çîzerler'
Nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê "Duvarlari Delen Çizerler" der barê karîkaturîst û resamên girtî projeyek amade kir.
Rewşenbîran bang li hikûmetê kir: Peywira xw ebi cih bîne
Rewşenbîran, diyar kir ku pêvajoya heyî ji demên darbeyan jî dijwartir e û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li hikûmetê kirin ku gavina bavêje.