Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
Pirtûka 7’emîn a nivîskar Bahoz Baran ku ji 14 çîrokan pêk tê, “Qîza Bavê Xwe” ji Weşanên Wardozê derket.
Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
Gelek hunermend bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 92 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li hev kom bûn û strana "Leyla" bi hevre strîn.
Hemama Cincikli wêran bû
Hemama Cinciklî ya Sîwêregê ku warekî dirokî û çandî ye, ji ber nehat paratin, wêran bû.
Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
Koma Şanoya Bajêr a Amedê piştî demek dirêj lîstika “Bûn An Jî Nebûn” da pêşandan û lîstikê diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû. Şano dê vê mehê yek jê lîstika zarokan bi giştî 6 lîsbtikên cuda pêşkêş bike.
Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû yên bi navê “Mağaradaki İz (Şopa li Şikeftê)", "Zirgewre", "Malzaroka Jîndar" û "Çîçeka Jiyana Min" çap kir.
Bernameya Şa Performansê ya meha sibatê eşkere bû
Bernameya meha sibatê ya Şa Performansê aşkere bû. Bernameyek têr û tije li benda hunerhez û wêjehezan e.
Xebatên Mala Hunerê ya Degîrmenê bênavber didomin
Komeleya Mala Hunerê ya Degîrmenê, ligel xebatên xwe yên atolyeyên erbane, gîtar, tembûr, ney û bilûrê, plansaziya çalakiyên cuda jî dike.
Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn
Helbestên Mîkaêlê Reşîd cara yekem bi herfên latînî wekî pirtûk çap bûn. Pirtûka ku ji weşanxaneya Belkî bi amadekarîya Îbrahîm Bulak derçû, pirtûkên Mîkaêlê Reşîd We´de, Pencere û Mitale dihewîne.
Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
Li Navenda Çandê ya Sokakê ku 4 sal berê li Taxa Gaziyê hat avakirin, atolyeyên wê yên ji bo erbane, tembûr, gîtar, flut, govend, şanoyê didomin. Navendê got deriyê wan ji herkesî re vekiriye.
Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
Yek ji şûnwarên axa Mezopotamyayê yên ewilîn Şikeftên Hesûnê ye. Bi hezar salan e dîroka li vir bala mirovan dikişîne. Şikeftên Hesûnê her çiqas bêxwedî hatibe hiştin jî lê çar demsal mirov diçin ziyaretê.
'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
Derhênerê lîstikên “Zargotin Zêrgotin e” û "Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, xwest zext û zoriyên li ser şanoya kurdî bên rakirin û got: "Ji ber çewisandinên îktîdaran bi salan e şanoya kurdî bi xweşikî nikare bê pêşandan. Dema me dik dixwest û me digot şano bi kurdî ye dik nedidan me."
LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
Koma LaWje piştî konsertên li Mêrdîn û Amedê li Êlihê jî konser li dar xist û welatiyan li ber stranên herêma Colemêrgê kêfxweş kir.
LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
Koma muzîkê LaWje li Amedê konserek bêhempa li dar xist û şevê li bi newayên stranên Colemêrgê şên kir. LaWje strana “Yar Herê Leylê” diyarî Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kir.
Li Navenda Çandê ya Serhedê qadeke alternatîf
Li Navenda Çandê ya Serhedê, li atolyeyên hatin vekirin dersên wêne, tembûr, piyano, gîtar, erbane, bilûr û kemanê tên dayîn.